3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran rewabûna bîrdozî winda kiriye

Divê em nekevin xefika nijadperestî, netewperestiyê, nekevin xefika rojevên hêzên din, em li gorî berjewendiyên gelê kurd û gelê Îranê tevbigerin, hedefa Îraneke Demokratîk û Kurdistaneke Azad esas bigirin.

Komara îslamî ya Îranê ji sala 1979’an heya roja îro 44 sal, 528 meh an jî 16 hezar û 60 roj derbas kir. Di nav van sal, meh, roj, demijmêr û çirkeyan de gelek bûyer, kiryar û xirabî û wêranî çêbûn. Lê tu demî wek dem an jî pêvajoya ku em tê de ne rejîma teokrasî rewabûna bîrdoziya xwe winda nekiribû û saziyên bîrdozî ewqas bêwate, giraniya gotinên wan pûç û vala nebûbûn.

Êdî bi giştî civaka Îranê gotinên oldaran bêwate dibîne, ji ber ku desthilata rejîma teokratîk, aktorên bi rê ve dibin bi pîroziyên xwe û xwedayên xwe re pir lîstin, bêwate kirin. Saziya Wilayeta Feqih bi navê xwedê ev 44 sal in fetwa didin, gotina dibêjin, hêviya didin, plan projeyên pêşerojê diyar dikin, lê bihuşta ku “edeleta îslamê, wekheviya mirovan, biratiya îslamê yan jî wekheviya gelan, aboriyeke têr û tijî, civaka her tim di nava aştiyê dabû û parastina exlaqa civakê” yek jî pêk nehat. Bêedeletî, bêdadgeh mirov li kolanan hatin darvekirin, hê jî rojane li ser sînor û kolanan kuştinên bêdadî pêk tên. Ne wekheviya jin û mêr, ne ya çînî, ne jî ya gelan pêk hat.

Li hemberî mêran mafê jinan li ser zarokê wan jî nîne, li dadgehê li hemberî gotinên mêrekî divê gotinên du jinan hebin, jin ji bo namûsa mêr tê kuştin, jin ji bo namûsa mêr xwe dikuje. Bi navê biratiya gelan, di roja xwe ya destpêkê de rejîma olperest a Ayetullah Xumeynî fetwaya: Qetla kurda helal e, kir. Li ser vê fetwê bajarê Sine di nava xwînê de ma, niha jî di nava gelê rojhilatê Kurdistanê de ji bajarê Sine re “Sineya Xwînawî” tê gotin.

Komkujiya çandî û fîzîkî ya gelên kurd, belûc, ereb, azerî pêk hat. Ji ber rewşa nebaş a aboriyê gelên Îranê ji bo zikê xwe têr bikin zarokên xwe difroşin, ji bo pariyekî nan li ser sînoran rojane can didin, saziyên bi navê îslamê holdîngên herî mezin in û bazara cîhanî di destê wan de ye. Rexneyê teokratan li hemberî rejîma şahê dîktator ew bû ku “cil û bergên ewropî û adetên wan exlaqa civaka me xira dikin” û bi van gotinan jin li pişt rûpoşan veşartin. Lê bi xwe jî rejîma teokrasî bi navê zewaca Sîqê (demkî) bi destên meleyên xwe bi awayeke fermî jinan difroşe û laşfiroşiyê pêş dixe. Fermî li Îranê kerxane tune ne (bi rastî jî di zimanê kurdî de peyva ‘kerxane’ çiqasî watedar e. Yanî cihê kesên ku ketine asta keran), lê meleyan her malek kiriye cihê laşfiroşiyê.

Li gorî îslama şîî divê Mehdî bê, faris jê re dibêjin: Mehdiyê zeman e. Û li gorî şîroveya şîiyan yek ji nîşaneyên hatina Mehdî ew e ku di nava sîstemê de gendelî, bêexlaqî, bêedeletî, dizî, talan, destdirêjî zêde bin, dema pergala rejîmê têrê neke Mehdî wê bê, her tiştî têxe rê û hemû pirsgirêkan çareser bike.

Lê 44 sal derbas bûn, Mehdî nehat. Rejîma heyî êdî bûye çavkaniya pirsgirêkan, ji bo civakê bixapîne her tim çavkaniya pirsgirêka “xiyanetkarên derve, dijminê înqîlaba îslama Îranê” nîşan dide. Her wiha, “şeytanê mezin Amerîka, yê biçûk Îsraîl” bi nav dike. Ji Sefewiyan heya îro desthilatên Îranê ji bo ku gel bêdeng bikin, an jî serpoş bikin şerê xwe birine derveyî sînorên xwe.

Ramana wan a stratejîk: wehşan bi wehşan bide kuştin, an jî “barbaran bi destê barbarên din bide kuştin”e. Şerê Iraqê û Îranê sala 1988’an bi dawî bû, lê Îran nesekinî, ji bo şerekî din li ser sînorê wî rû nede, berê xwe da kembera Şîagerayî. Di encama vê yekê de şerê navxweyî yê Îraq, Yemen, Lubnan, Sûriye û Filistînê. Filistîn niha di nava gola xwînê da ye, Îran yek gavekî pêş de neçû, lê şev û roj hêsrên derewîn dirijîne, qîr û hewar dike. Aqil dide her kesî, gelê ereb û cîhana civaka îslam tahrîk dike, da ku li dijî Îsraîlê bixe nav şerekî. Lê di nava civaka Îranê de tu bertekeke cidî derneket holê, yê derketin kolanan jî karmendên dewletê bûn. Mînak, li rojhilatê Kurdistan, Belûcistan, Azerbeycan û herêma Ereban girse daneket qadan ê derketin jî hejmareke kêm bûn. Diyar e 44 saliya rejîma dagirker, teokratîk a Îranê êdî rewatiya xwe wienda kiriye.

Her wiha, di nava gelê Îranê de jî yekitiya ruhî jî winda kiriye. Ji ber ku di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê da gelê Îranê bêalî ma. Derencam, rewşa Îranê ji her demê zêdetir ji bo pêkhatina şoreşeke civakî guncav e. Yekem: rejîma heyî di warê madî û manewî de wateya xwe ya sazûmankar û cîhanbînî winda kiriye. Duyem: yekitiya ruhî winda kiriye. Sêyem: Hêviya pêşerojê winda kiriye. Çarem: Aqilê dewleta faris parçe bûye, hemû gelên Îranê bi çanda xwe li ser piyan e.

Her wiha oldariya li ser bingeha şîîtiyê li Îranê nebû çand, zayendperestiya 43 salên dawî bi tayê porê keça kurd Jîna Emînî parçe-parçe bû, mêrên Îranê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanên her bajarî qîriyan. Niha zengilê şoreşê ji bo Îranê lêdide. Pirs ev e: Gelo kî wê pêşengiya vê şoreşê bike? Kî destê xwe bixe bin bar şoreş bi rengê wî dixemile. Ji xwe ber tiştek çênabe, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ji xwe ber pelek jî nalive. Li Îranê gelê kurd zindî û li gorî jeostratejiya axa xwe hêza sereke ye, hemû hêzên ku hesaban li ser Îranê dikin dixwazin xwe di nava kurdan de misoger bikin.

Rejîma dagirker-teokratîk jî vê baş dizane, lewra hêzên xwe yên leşkerî herî zêda aniye axa Kurdistanê, yanî ew jî dizane xala wê ya zeyîf kurd û Kurdistan e. Di vê rewşê de em wek kurd, bixwazin nexwazin di nava vî agirî de ne, bêyî ku li benda kesî û bêyî ku çav bidin derve divê ji gelê xwe bawer bin û li her devera welatê xwe hêza xwe xurt bikin û bi hemû gelan re dostanî pêş bixin. Nekevin xefika nijadperestî, netewperestiyê, nekevin xefika rojevên hêzên ewropî.

Em li gorî berjewendiyên gelê kurd û gelê Îranê tevbigerin. Divê hedefa Îraneke Demokratîk û Kurdistaneke Azad esas bigirin.