28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê balyozxaneya xwe ya li Siûdiyê ji nû ve vekir

Îranê da zanîn ku piştî 7 salan ji boykota dîplomatîk û ji bo serdemeke nû ya têkiliyên her du dewletan, duh balyozxaneya xwe ya li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê ji nû ve vekiriye

Piştî boykotkirina dîplomatîk a 7 salan di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, Îranê duh balyozxaneya xwe ji nû ve li Riyadê vekir. Ev yek bi navbeynkariya Çînê ya lihevkirina di navbera Îran û Siûdiyê ya Adarê de pêk hat.

Îranê li ser navê berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir ku dê sêşem û çarşemê bi awayekî fermî balyozxaneya wê li Riyadê û konsolxaneya wê ya giştî li Cedayê, her wiha nivîsgeha nûnertiya Îranê ya li gel Rêxistina Hevkariya Îslamê were vekirin.

Hemwextî vekirina balyozxaneyê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken serdana Siûdiyê kir.

Şandeya dîplomatîk a Îranê ku xebata wê di 2016′an de li Riyadê sekinîbû, vedigere ser karê xwe. Serkêşiya şandeyê balyozê Îranê yê berê yê Kiwêtê, cîgirê wezîrê karên derve û gerînendeyê giştî yê kar û barên Kendavê ya Wezareta Karên Derve Elî Inayetî ye.

Şandeya Îranê xebata xwe ya dîplomatîk li navenda xwe ya berê ya Riyadê li nêzî balyozxaneya Sûriyeyê dewam dike.

Erebistana Siûdî jî hîna dema vekirina balyozxaneya xwe ya li Îranê diyar nekiriye.