28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê cezayê darvekirinê li du serhildarên “Jin Jiyan Azadî” birî

Rejîma Îranê, bi hinceta ku  tev li serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya piştî kuştina Jîna Emîne bûne, cezayê darvekirinê li du serhildêran birî.

Rejîma Îranê der barê Farshid Hassanzahi û Jamshid Hassanzahi ku tev li çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî bûbûn û hatibûn girtin, biryara cezayê darvekirinê da.

Jina ciwan a kurd Jîna Emînî bi hinceta ku serê xwe negirtibû di 16’ê îlona 2022’an de li paytexta Îran Tehranê ji aliyê polîsên “ehlaqê” ve hat kuştin. Piştî kuştina Jîna Emînî bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî” li seransê Îranê serhildaneke ku bi mehan berdewam kir dest pê kir. Rejîma Îranê, zext û êrîşên xwe yên bi hinceta vê serhildanê didomîne û serhildêran darve dike.

Di vê çarçoveyê de rejîma Îranê, di daneşîna ku li ser înternetê pêk anî de cezayê darvekirinê, li serhildêrên belûc Farshid Hassanzahi (25) û Jamshid Hassanzahi (29) ku dema serhildanê di 25 Mijdara 2022’yan de hatibûn binçavkirin, birî. Her du serhildêr jî dema binçavkirina xwe bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabûn û ji mafên xwe yên parêzeran jî bêpar hatibûn hiştin.