18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê di mehekê de 87 kes darve kirin

HRW`ê ragihand ku desthilata Îranê piştî hilbijartinan di mehekê de 87 kes darve kirine. Her wiha da zanîn ku ji sedî 74`ê darvekirinên li seranserî cîhanê li Îranê pêk tên.

Rêxistina Mafê mirovan (HRW) ragihand ku li gorî raporan desthilata Îranê piştî hilbijartinên meha Hezîranê, di mehekê de 87 kes darve kirine.

Lêkolînera kar û barên Îranê a di HRW`ê de Nahîd Neqişbendî diyar kir ku desthilata Îranê “pêleke darvekirinê ya hovane” dimeşîne, hemwextî wê propagandaya hilbijartinên serokatiyê dike wekî ku guhertineke rastîn çêkiriye.

‘Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê’ ya ne girêdayî hikumetê ragihand ku piştî hilbijartinan 7`ê Tebaxê 29 girtî di 2 girtîgehan de bi awayekî komî hatine darvekirin. Jê 26 li girtîgeha Qizil Hesar û 3 jî li girtîgeha navendî ya Kerecê.

Rêxistinê bi bîr xist ku desthilata Îranê di 6 mehên pêşîn ên 2024`an de 249 kes darve kirine.

Rêxistina Efûyê jî ragihand ku ji sedî 74`ê darvekirinên li seranserî cîhanê yên sala 2023`yan hatine qeydkirin, li Îranê pêk hatine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê