19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê dixwaze hemû malperên civakî asteng bike

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku kar ji bo bi temamî blokekirina malperên dijîtal li Îranê tê kirin

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku kar ji bo bi temamî blokekirina malperên dijîtal li Îranê tê kirin, ji bo rûbirûbûna dijminên ku dixwazin aramiya welatê me xera bikin. Her wiha komîteyek ji bo lêkolînkirina aloziyên vê dawiyê li Îranê tê avakirin ku bersûcan derxin pêşberî dadgehan. Rejîma Îranê berê jî tedbîrên astengkirina Telegram û medyayên dijîtal pêk anîbû.

Ji aliyekî din ve xelkên  bajarê Abadan a parêzgeha Îlamê, pêşwaziya Soniya Şerîfî kir ku piştî mehekê ji binçavkirinê bi kefalet hatibû berdan. Xelkê bi kêfxweşî, tilîlî û dirûşmeyên “Navenda Çaksaziya Îlamê” hat azadkirin û “Tu bi xêr û xweşî hatî” pêşwazî li Soniya Şerîfî kirin .

Herweha, çalakvanan li ser Twitterê dîmenek belav kirin ku tê de xwepêşanderê Îranî Mecîd Riza Rehanwerd nîşan dide, berî ku rejîma Îranê wî bidar ve bike. Di dîmenê de Mecîd Riza wiha dibêje: “ Negirî, kêfxweş be û li mûzîkê guhdar bike da tu kêfxweştir bibî.”

Her wiha çalakvanan li ser malperên dijîtal dîmenek belav kir ku tê de xwepêşandêrê Îranî Mecîd Riza Rehanwerd nîşan dide, berî ku rejîma Îranê wî bi bidarve bike.

Yekitiya Ewropayê bi tundî darvekirinên vê dawiyê yên xwepêşandêrên Îranê şermezar kir. YE’yê di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê cîbicîkirina cezayê darvekirinê rawestîne û cezayên ku hatine dayîn bên betalkirin. Di civînê de bidarvekirina xwepêşandêran wekî ‘inkarkirina rûmeta mirovî’ hate binavkirin û bang li rayedarên îranê hate kirin ku dest ji zordariya li dijî jinan berdin.

Li Îranê ji 16’ meha Îlonê û vir ve li dijî kuştina jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ya (22 salî) li rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn û xweêşandanan dest pê kirin û di demeke kurt de ew nerazîbûn li seranserê Îranê bû serhildana hemû gelên Îranê li dijî zordestiya rejîma Îranê.

Desthilatiya Îranê ji wê demê de xwest ku bi riya gef û binçavkirinê , bi riya kuştin û darvekirinê pêşî li nerazxîbûnên gel bigire lê tevî hemû tundî û zordariyan serhildana gel berdewam dike.