4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê girtiyê kurd Qasim Abeste bi dar vekir

Girtiyê siyasî yê kurd ê ji Mahabadê Qasim Abeste piştî 14 salên di girtîgehê de ma îro li Qazalhasar a Karajê ji hêla rejîma Îranê ve hate bidarvekirin.

Qasim Abeste di 16’ê kanûna 2008’an de li Mahabadê hate girtin û 8 mehan li navenda lêpirsînê di bin çavan de ma. Piştî lêpirsîna li Daîreya Îxtîxbaratê ya Ûrmiyeyê, sewqî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê hate kirin. Li vir jî 6 mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin. Di 25’ê nîsana 2009’an de lêpirsîna wî bi dawî bû û şandin Girtîgeha Rajaeeshahr a li Karajê. Bi îdiaya sûcên “Çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî”, “Li dijî rejîmê propaganda kiriye”, “Endamtiya komên selefî” û “Nelirêtiya di axê de” cezayê darvekirinê li Abeste hate birîn. Piştî ku Girtîgeha Rajaeî ya li bajarê Karajê hate girtin û valakirin, di meha tebaxê de seqwî Girtîgeha Qazalhasarê hate kirin.

Qasim Abeste yê 44 salî ku bavê 2 zarokan e, îro li Girtîgeha Qazalhasar a li Kajarê hate bidarvekirin.