20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê îsal heta niha 200 kes bidarve kirin

Di van 4-5 mehên dawî de anku ji serê salê ve zêdetirî 200 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku piraniya wan Kurd û Belûc in

Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku di çar mehên destpêkê yên îsal de ji ber tometên cuda cuda, 203 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku piraniya wan Kurd û Belûcin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji kesên hatine darvekirin 58 kes Kurd, 30 kes Belûc, 30 kes Tirk û her wiha 18 kes jî xelkê Efganistanê ne.

Li gorî heman daxuyaniyê ji sedan 60’ê tometbarên hatine darvekirin peywendiya wan bi madeyên hişber re hebûn.

Hêjayî gotinêye ku duh (9’ê Gulanê) de jî 4 girtiyên Kurd li girtîgeha Urmiyeyê hatin darvekirin. Li gorî amarên ne fermî tenê di meha Nîsanê de 77 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Ji vane 10 Kurd û 18 Belûcî bûn.