17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna sêyemîn a doza rojnameger Gok hat dîtin

Rojnameger Abdurrahman Gok cara sêyemîn derket pêşberî dadger. Dadgehê daxwaza rakirina biryara qedexeya derketina derve red kir.

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê tê darizandin. Danişîna sêyemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Rojnameger Gok û parezêrên wî Resûl Temûr, Mehmet Emîn Aktar û ji MLSA’yê Emîne Ozhasar di danişînê de amade bûn. Gok, 225 rojan girtî mabû û di danişîna ewil a di 5’ê kanûna 2023’yan de hatibû berdan. Gok, parastina xwe bi bîr xist û wiha got: “Min gotibû ku li vir di esasê xwe de rojnamegerî tê darizandin. Me derxistibû holê ku îfadeyên şahid Umît Akbiyik rast nînin. Tevdîrên kontrola edlî weke cezayê duyemîn tên ferzkirin. Ji ber ku ez ji ber wan nikarim karê xwe yê pîşeyî bikim. Dixwazim biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin û biryara beraetê bê dayîn.”

Parêzer Resûl Temur jî got ku wan nekariye xwe bigihînin îfadeyê şahidê nepen ê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku li dosyayê hatiye zêdekirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got ku dikare îfade bi awayekî fîzîkî bên girtin.

Temur, ji bo parastina li dijî îfadeyên şahidê nepen dem xwest û xwest ku biryara qedexeya derketina derve ya ji bo miwekîlê wî were betalkirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar û Emîne Ozhasar jî heman daxwaz kirin.

Dozger jî xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û daxwaza betalkirina tevdîra kontrola edlî were redkirin.

Dadgehê daxwaza dema ji bo parastinê qebûl kir û ya ji bo betalkirina biryara qedexeya derketina derveyî welat jî red kir. Danişîn, taloqî 11’ê hezîranê hat kirin.