28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro pêşeroja nifşên nû ye

Sibata Reş nêzîk dibe. Bi zindankirina kesekî ku berjewendiyên bi milyonan tîne ziman, bi her awayî hewl dan ku dengê bi milyonan bêdeng bikin. Ji bilî ku wan yek rewşek nehesibîne. Wan hesab nekir ku dilê bi milyonan wê di wê hucreya zindanê de lêxe.

Dîrok îspat dike ku qada siyasî her tim guherîner bûye. Bi vî awayî serkeftin tomar kiriye. Ez matmayî me ku heta îro jî mirov ji çîrokên derewîn û îcad ên siyasî bawer dikin. Rengê siyasetê her dem yek bûye. Parçe bike û bi ser bikeve.

Heger hin diyardeyên ji berjewendiya siyasî dernekeve, ne hêja ye ku li benda biryareke adil bin. Avahiyeke şaristanî ya bê îşaretan serê sibê wêran dike û danê êvarê jî bi awayekî bêşerm radigihîne ku ji destan re amade ye. Bi heman siyasetê bi salan e mirovên bêguneh tune dikin. Sibata Reş nêzîk dibe. Bi zindankirina kesekî ku berjewendiyên bi milyonan tîne ziman, bi her awayî hewl dan ku dengê bi milyonan bêdeng bikin.

Ji bilî ku wan yek rewşek nehesibîne. Wan hesab nekir ku dilê bi milyonan wê di wê hucreya zindanê de lêxe. Qet ne veşartî ye ku armancên van şerên ku dibin hevkujiyê çi ne. Divê mirov ji vê dinyaya şaş û neheq ne li hêviya edaletê be û ne jî bendewar be.

Qet destê xwe nagihînin kesên ketî. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku mirov bêdeng bimîne. Divê were fêhmkirin ku ger em birînên xwe nepêçin, kesên din wê nekin. Divê vê carê çarenûsa gelê me ne xwedî heman dawî be. Di şexsê Rêbertî de bi heman polîtîkayê xwestin careke din hemû neteweya kurd tune bikin. Lê bi saya Rêbertî jî êdî ev gel wê biryara çarenûsa xwe bide.

Ji ber berjewendiyên siyasî hinek avahî jî cureyên xwe difiroşin. Hemû diyardeyên exlaqî û derûnî bêqîmet kirin û ber bi kiryarên nû ve diçin.

Civaka ku ewqas zarok wenda kiriye û xwîna bêguneh daye, dikare daxwaza serketineke adil bike. Ew jî dikare xwe bi awayekî nû îfade bike û xwe bi cih bike.

Rêber Ocalan hat girtin. Lê ne mimkûn e ku ruh û dil, mejî û aqilê wî jî bixin zindanê. Divê em hêvî nekin ku yekî din kêşeya me çareser bike eger ne em bixwe ne.  Bi modelên cur be cur di hemû qadên civakê de pirsgirêkan diçînin. Mîrateya dewlemend a ku Rêbertî pêşkêşî gelan kiriye, bingeha avakirina demokrasiyê ye.

Her wiha ciwanên me sembolên geş ên avakirin û aramiya demokrasiyê ne. Niha ciwan rastiya siyaseta binpêkirina mafan a ku di şexsê Rêber Ocalan de li hember gelan tê meşandin baş dizanin û rast dinirxînin.

Komploya sibatê wê vala derxînin. Em mafê xwe yên xwezayî dixwazin. Gelek  kes bi rastiya me re eleqedar nabin. Hê jî komplo û îşkence berdewam dikin.

Ji bo wê jî tiştê ku tê xwastin ji hemû deman zêdetir xwedî li keda xwe derketine. Mafê xwe parastin û di rûpelên dîrokê de çîroka xwe nvisandin e. Têkoşîna me ya adil ji bo aştiyê ye.

Me ji rengên jiyanê dûr xistin, rengê jiyana me ji me girtin. Bi kuştine ve dengên me yên adil bêdeng kirin. Em tenê xewna damezrandina mafên bingehîn ên mirovî dibînin.

Îro cîhan ji rastiya parastina nirxên mirovatiyê dûr ketiye. Ya girîng parastin û damezrandina wan qîmetan e.

Ne rast nirxandina dîrokê jî xeter e. Bi rêya aştiyê ve meşandin ne hêsan e, lê dewlemendiya herî bi qîmet e. Wek şewqek di tunela tarî de. Divê her kes bibe parêzerê ve rastiye. Hezkirina ji jiyanê jî di vê rêyê ve derbas dibe. Roja em îro dijîn sibe dibe dîrok. Bi daxwaza afirandina pêşerojeke zelal, divê em roja îro rast ava bikin. Ji ber ku îro em pêşeroja nifşên pêşerojê ava dikin.