3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Işik: Zahmet e ku Tirkiye bigêje armanca xwe

Rojnamevan Fehîm Işik têkildarî lêgerîna AKP’ê ya Rojhilata Navîn anî ziman ku bi hevdîtinên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî û got: “Zahmet e ku Tirkiye bigêje armanca xwe. Zor e ku li hemberî tevgera azadiya kurd bi ser bikeve.”

Desthilata AKP-MHP’ê di hilbijartinên herêmî de rêjeyek mezin deng wina dik û paşve çû. Lê dîsa di polîtîkayên şer de li çareyê digere. Desthilata AKP-MHP’ê ku beriya hilbijartinê di qada Rojhilata Navîn û navneteweyî de hevdîtinên dîplomatîk pêk anî, dixwaze şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe kûrtir bike. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di çarçoveya vê planê de, wê di 22’yê Nîsanê de serdana Bexdayê bike. Di 9’ê Gulanê de jî dê li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive. Rojnamevan Fehîm Işik li ser dîplomasiya AKP’ê ya li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Işik anî ziman ku armanca sereke ya AKP’ê ya di van hevdîtinan de bêbandorkirina tevgera azadiyê ya kurd e û got: “Tirkiye bi ‘Plana Çokşikandinê’ qirkirinê jî din nav de armanc kir ku ser pirsgirêka kurd bi temamî bigire. Li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kir, hejmara leşkeran zêde kir û ji PDK’ê jî piştgirîyeke zêde wergirt. Lê encama ku dixwest bi dest nexist.”

Işik diyar kir ku Tirkiye ji bo careke din encamekê bi dest bixe hewldanên xwe didomîne û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze bi piştgiriya Iraqê leşkeran bişînin herêmên PKK’ê. Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Bexdayê û pêkhateyên siyasî yên din, zehmet e ku Tirkiye bigihêje armanca xwe. PDK, diyar kir ku wê rasterast daxilî nava şer nebe û ger lihevkirinek bi hikûmeta navendî re bê kirin, wê barê wan sivik bibe.”

Işik anî ziman ku zehmet e ku Erdogan encamekê ji serdana xwe ya Bexdayê bigire û wiha berdewam kir: “Bexda dê li benda encamên hevdîtinên bi Qesra Spî re bimîne. Amerîka wê bi rengekî xwestekên Tirkiyeyê asteng bike. Bêyî erêkirina DYA’yê Tirkiye nikare guleyekê jî  bera Rojavayê bide. Axirê DYA, poltîkayeke li gor berjewendiyên xwe dimeşîne. Erdogan Ji bo ku desthilatdariya xwe winda neke li tiştekî ku xwe lê bigire digere. Ev rewş, bi kêrî DYA’yê tê. Di rewşeke wiha de wê DYA hewl bide ku sûdê ji qelsiya Tirkiyeyê bigire. Amerîka, dibe ku li Başûrê Kurdistanê, pêvajoyeke şer bide meşandin. Ji aliyê din ve jî, wekî ku Serokê Amerîkayê ragihand, dikare di ser Rojavayê re li ser herêmên kurdan ber bi lihevkirineke bingehîn ve biçe. Helbet ev ne tiştên demkurt in. Li vir weziyeta tevgera kurd jî girîng e. Ger DYA erê bike jî, karê Tirkiyeyê yê li hemberî tevgera azadiyê ya kurd ne hêsan e.”

Işik destnîşan kir ku Tirkiye stratejiyeke ku hêzên kurd li hemberî hev şer bikin dimeşîne û wiha lê zêde kir: “Ev polîtîka rengevdana nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest e. Dema kurd dimirin, hesabdayînê hîs nake. Lê tevî ku mirina leşkerên xwe yên biheq yan jî profesyonel ji raya giştî veşêre jî, divê hesab bide. Çi cerdevan, çi hêzên PDK’ê, çi jî yên di warê siyasî de piştgiriyê didin, divê li vê bifikirin. Navê cerdevanan hat eşkerekirin. Em gelekê wna nas dikin, serekên eşîran in ku dewleta tirk di şer de ew dane pêş. Yên ku divê werin ser hişê xwe û bifikirin, ew kurd in ku piştgiriyê didin polîtîkayên Erdogan û bi wî re tevdigerin.”