20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl amadekariya êrîşa li dijî Refahê dike

Artêşa Israîlê destnîşan kir ku ew ji bo “operasyona bisînor” a Refahê dest bi tehliyekirina filîstiniyan kirine. Hêjayî gotinê ye ku Refahê bûbû cihê bi sedhezaran penaberê filistînî

Artêşa Israîlê daxuyand ku li Bajarê Refahê ya li Şirîda Xezayê di çarçoveya “operasyona bisînor” de tê tehliyekirin. Israîla ji bo dawîbûna dîroka operasyonê tu agahî parve nekir.

Li gorî nûçeyan Reutersê, Artêşa Israîlê ji bo “operasyona bisînor” a Refahê dest bi tehliyekirina bajar kiriye. Li gor nûçeyê rayedarên Îsraîlê destnîşan kirine ku ew ê di çarçoveya operasyonê de nêzî 100 hezar kesan tehliye bikin. Hin şahidên ji Reutersê re axivîne diyar kirin ku Îsraîlê ji hin malbatan re ji bo valakirina bajar ferman daye û anîn ziman ku malbat ji başûrê Şirîda Xezayê û sînorê Misirê dest bi valakirina bajar kirine.

Nêzî 1,5 milyon filîstînî xwe spartine bajarê Refahê. Artêşa Israîlê tevî hemû bertekên navneteweyî ragihandibû ku ew amadehiyên operasyonê temam kirine.