7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl li Xezayê herêma tampon ava dike

Tevî hemû nerazîbûnan Israîlê di plana xwe ya avakirina herêmeke tampon de berdewame, çawa ku dewleta tirk li ser sînorê Rojava dixwaze herêmeke tampon ava bike wiha jî Israîlê heman tiştî li Xezayê dike

Tevî nerazîbûnên navneteweyî, bi taybetî ji aliyê Amerîka, ku hevalbendê herî nêzîk ê Îsraîlê ye, plana Televîvê ya avakirina herêmeke tampon li Zîvala Xezayê ji niha ve dest pê kiriye û beşek ji wê hatiye bicihanîn.

Wêneyên satelîtan aşkere kirin ku hêzên Îsraîlê operasyoneke nû û mezin a hilweşandinê li ser rêyeke kûrahiya yek kîlometre li ser sînorê Zîvala Xezayê bi Îsraîlê re pêk anîn û ew axên ku Filistînî dixwazin dewleta xwe li ser ava bikin hê bêtir perçe kirin.

Li gorî agahiyên ajansa  Associated Press  ku li ser zarê rayedarên israîlî gelek caran anîn ziman avakirina herêmeke tampon ji bû Israîlê gelekî girînge û dikare wan ji êrîşên wekî yên di 7’ê Cotmehê de qewimîn, biparêzin.

Li ser pirsa raste rast a niyeta Israîlê ya avakirina herêmeke wiha rayedarên israîlî ji bersivêm direvin û tenê dibêjin ku ew dixwazin tevdîrên pêwist ji bo parastina Israîlê bikin û di wî warî de çi bê xwestin dê wiha bikin.

Herêma tampon a demkî

Hin rayedarên Israîlê beriya niha aşkera kiribûn ku hêzên wî welatî di pratîkê de dest bi avakirina “herêma ewlekarî ya demkî” kirine.

Lêbelê tevgerên artêşa Istraîlê ya hilweşandina berfireh ya li ser sînorê Xezayê dide nîşandan ku ew ne herêmeke demikî ye. Piraniya wê deverê zeviyên erdê çandiniyê ne li kêleka wê dîwarê mezin ê ku bi milyonek dolar bûye mal heye, lewre jî ev tev destnîşan dikin ku Israîlê ne tenê ji bo herêmeke tampon ewqas pere li deverê xerç kirine.

Hêjayî gotinê ye ku ew dîmen kiryarên dewleta tirk ên li ser sînorê rojavayê Kurdistanê tîne bîra mirov ji lêkirina dîwar bigire heta bi destwerdana li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hate kirin.