Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îro serê sibehê balafirên Israîlê careke din Balafirgeha Helebê û depoyeke çekan a komên alîgirên Îranê ya li nêzî balafirgehê kirin hedef. Di encamê de balafirgeh demekê ji xizmetê derket.
Medyaya hikumeta Şamê jî ragihand ku saet derdora 03:55`an Israîlê bi fûzeyan li derdora balafirgeha Helebê êrîşa hewayî pêk aniye û hin ziyanên madî çêbûne.
Di mehda adarê de ev cara duyemîn e û ji destpêka îsal ve jî ev cara 6`emîn e ku Israîl êrîşî Balafirgeha Helebê dike.
Hêjayî bibîşrxistinê ye ku di 7`ê Adarê de, Israîlê li dijî vê balafirgehê êrîşa bi fûzeyan pêk anîbû û balafirgeh bi temamî ji ximzetê derketibû. Di êrîşê de yek jê efser, 3 kes hatibûn kuştin.