17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê dîsa gundewarên Şamê bombebaran kir

Li gorî medya ser bi hikumeta Şamê ve Israîlê careke din gundewarên Şamê bombebaran kir.Bi vê êrîşê re di nava 24’an de dibe êrîşa Israîlê ya duyemîn li dijî derdora paytexta Sûriyeyê

Li gorî medya ser bi hikumeta Şamê saet di 12:17′an de piştî nîvê şevê Îsraîlê bi moşekan ji Golanê ve nuqteyeke li gundewarên Şamê bombebaran kir.

Heman çavkaniyê ragihand ku pergala parastina asîmanî bersiva êrîşê da û çend fûze xistin xwarê, her wiha hin zirarên madî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî, da zanîn ku Israîlê nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê û komên alîgirê Îranê li herêma di navbera Qeten û Cidêdet Ertos a li başûrê rojavayê Şamê de hedef girt. Di encamê de dengê teqînên li du hev ji herêmê hatin bihîstin ji ber teqîna depoya çekan.  Lê fûzeyên parastina hewayî ya Sûriyeyê fûzeyeke Israîlê xiste xwarê û tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

Hêjayî gotinê ye di nava 24 saetan de ev êrişa duyemîne.