19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê li Şamê êrîşî navendeke Îranê kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Seyda Zeyneb a li başûrê Şamê de 7 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.

Li gorî SOHR`ê, Îsraîlê 2 mezre li nêzî herêma Seyda Zeyneb bombebaran kirin. Her wiha pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl da êrîşê bişikîne lê bi ser neket û fûze li hedefan ketin.

Ajansa nûçeyan Tesnîm a Îranê jî ragihand ku “Îsraîlê êrişî navendeke şêwira leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê kiriye.”

Çavkaniyeke leşkerî ya hikumeta Şamê jî ragihand ku saet derdora 13:00`an, Îsraîlê ji Colanê êrişî başûrê Şamê kiriye, li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kuştî û birîndar hene û zirarên madî çêbûne.