7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îzzettîn Sevîlgen piştî dîlgirtina 31 salan azad bû

Îzzettîn Sevîlgen ê ku 4 caran ji ber “poşmanî” qebûl nekir berdana wî hat taloqkirin, piştî dîlgirtina 31 salan azad bû

Îzzettîn Sevîlgen di 14’ê hez3irana 1992’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” cezayê muebedê lê hatibû birîn. Sevîlgen di 15’ê hezîrana 1992’yan de cezayê xwe xelas kir. Lê belê berdana wî bi hinceta “lêferzkirina poşmantiyê” bi 3 meha, bi 4 mehan, bi 5 mehan û bi 6 mehan hatibû taloqkirin. Sevîlgen ê ku “lêferzkirina poşmantiyê” red kir duh bi şev ji Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E’yê hat berdan.

Sevîlgen îro li Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Sevîlgen di şahiya pêşwaziyê de axivî û got: “Hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin. Silavên wan hemûyan li we hene. Hêviya me ew e ku hemû heval bên berdan. Hûn hemû bi ser çavê min re hatine.”

Piştî axaftina Sevîlgen dengê çepikan û tîlîliyan olan da û kevok hatin firandin.

Li 7 girtîgehan geriya

Sevîlgen dem adi 15’ê hezîrana 1992’yan de tê binçavkirin, 40 rojan di binçavan de tê hiştin û paşê ji aliyê DGM’a Amedê ve tê girtin. Heta niha li girtîgehên bajarên Sêrt, Amasya, Îzmîr, Şirnex, Wan, Erzirom û Gîresûnê maye.