2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 39 navçeyan dê gel tev li mitînga li dijî qeyûman bibe

Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêrê Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz diyar kirin ku dê ji hemû navçeyan beşdarvanên ku tev li mitîngê bibin, bi wesayîtan veguhêzin qada Kartal a Stenbolê

Hêzên Demokrasî û Aştiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” dê li Qada Kartal a Stenbolê mitîngekê li dar bixin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz hemû hêzên demokrasiyê vexwendin mitîngê.

Xeta têkoşîna hevpar

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz bi lêv kir ku serkeftina DEM Partiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê aciz kir û diyar kir ku vê yekê ewilî bi hewldana xespa vînê ya li Wanê xwe da der. Yangoz, bi lêv kir ku bi berxwedana li Wanê ev gava wan hate pûçkirin û bi bîr xist ku di berdewamiya wê de Şaredariya Colemêrgê hedef hate girtin. Yangoz, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedan û piştevaniyek derxist holê.

‘Mitîng dengê hevpar ê têkoşînê ye’

Yangoz, anî ziman ku dixwazin têkoşîna ku dimeşînin bi mitîngekê tacîdar bikin û wiha got: “Herkes dizane ku heke em li ber qeyûm serî bitewînin, destkeftiyên me yên hatine qezenckirin jî dê yek bi yek bên wergirtin û dê şansê me yê ku şaredariyên din biparêzin jî nebe. Ji bilî vê em ê tecrîdê, binpêkirinên mafan ên li zindanan qebûl bikin. Ji bo ku em van hemûyan berovajî bikin me armanc kir ku em li cem hev bisekinin û gotineke hevpar bibêjin. Ev mitîngeke ku çepgir, sosyalîst, demokrat û jin di nav de ne li gel pêkhateyan bi biryareke hevpar hatiye wergirtin e. Di vê mitîngê de partiyên siyasî, rêxistinên kedê û sendîkayê, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên jinan an ku herkes cih digire. Ev mitîng ji bo me dengê hevpar ê têkoşîna ku em li dijî şaredariya xwe ya hatiye xespkirin didin e. Em herkesên ku li welat daxwaza aştî, demokrasî û edaletê dikin vedixwînin vê mitîngê.”

Peyama polîtîkaya qeyûm

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz anî ziman ku dixwazin bi ser qeyûm ewilî gelê kurd peyamê bidin hêzên demokrasiyê û wiha got: “Peyama ku tê xwestin bê dayîn ev e ‘hûn dikarin hilbijêrin lê hûn nikarin bi rê ve bibin’. Tişta ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze li herêmê pêk bîne ev e. Ji ber ku 2 serdeman ev polîtîkaya qeyûm meşandin û dixwazin di serdemeke din jî were pêkanîn.”

‘Dê beşdarvanan bi wesayitan ji navçeyan veguhêzin mitîngê’

Kalmaz, da zanîn ku li Stenbolê çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûm bênavber didomin û bi lêv kir ku mitînga li Kartalê di encama van çalakiyan de derket holê. Kalmaz wiha domand: “Têkildarî vê mitîngê bi rojane li hemû kolan, tax û navçeyên Stenbolê bi hêzên ked, aştî û demokrasiyê re xebatan dimeşînin. Têkildarî mitîngê komîteya me ya amadekar hate avakirin. Me serlêdana xwe kir. Xebatên me yên têkildarî mitîngê bi belavok, xebatên pankart û wesayîtên anonsê  li hemû tax û navçeyên Stenbolê bi awayekî zêde didomin. Roja mitîngê dê ji hemû navçeyan beşdarvan bi wesayîtan bên veguhestin.”

‘Em li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin’

Kalmaz, herî dawî ev bang kir: “Ev mitîngeke ku li Stenbolê bi heftane berdewam dike û di encama hemû çalakiyan de derketiye holê ye û di vê wateyê de gelekî girîng e. Ev dê bibe peyama ku gelê kurd tu car ne bi tenê ye û gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî rejîma faşîst a AKP’ê û MHP’ê têdikoşin. Di vê wateyê de ez hemû gelan, kedkaran, jinan, ciwanan, komên baweriyan, bi kurtasî her kesê vedixwînim mîtînga me ya ku dê bi dirûşma “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” di 29’ê hezîranê de li dar bixin. Werin em li dijî polîtîkayên faşîzm û qeyûm bi hev re dengê xwe bilind bikin.”