3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber kuştina Temel 3 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Temer Temel de 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Bi vê hejmarê re hejmara kesên tevli kuştina Temel bûne derket 6 kesan.

Welatiyê bi navê Temer Temel di 7’ê gulanê de li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê li ber mala xwe rasti êrîşeke çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştinaTemel lêpirsîn hatibû destpêkirin.  Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji van 3 kesan 2 jê li navçeya Elkê û kesek jî li bajarê Çanakkaleyê hatiye binçavkirin. Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Elkê tên ragirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya lêpirsînê de kesê bi navê H.T. di 27’ê hezîranê de li Wanê hatibû binçavkirin û bi sedema “Kuştina bi qesdî” hatibû girtin. Di 6’ê tîrmehê de jî H.T. û Î.T. ku birayên hev in, li Wanê hatibûn binçavkirin. Herdu bira bi sedema “hewldana kuştinê” hatibûn girtin.