12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, bi dirûşma “Dest nede mafê bijartin û hilbijartinê û mafê siyasetê” ji bo bidawîkirina pêvajoyên rakirina destnedayîna di serî de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarên jin û pêvajoyên darizandinê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Her du saziyan, ji bo kampanya ku dan destpêkirin daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ji bo kampanyayê bang li hemû endamên meclisê hat kirin ku peywirên xwe pêk bînin û rê li ber pêvajoyên derhiqûqî bigirin.

Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

“Jinên ku bi nasnameya kurd û jinê têkoşîna maf didin, weke kesên ‘talûke’ tên dîtin û hewldan hene ku wan bêîtîbar bikin. Desthilatdariya nêrza, tehemûla dengê jinên kurd nake. Bi taybet jinên kurd û bi giştî jî tevahiya parlamenterên jin ên pêşengtiya daxwaza mafan dikin rastî êrişên zîhniyeta milîtarîst tên, tên tacîzkirin û sorkirin. Sedema temamiya van bêperwatiyan û êrişkariyan ew e ku kurdan û jinan li pêşiya pergala xwe ya otorîter weke astengî dibînin.

Bi hincetên vala parêzbendiyên parlamenteran radikin. Hewl didin van êrişên xwe rewa nîşan bidin. Divê neyê jibîrkirin ku rakirina parêzbendiyan a di serdemeke şer de, dê di pirsgirêka kurd de ji bilî mezinkirina şer û pêşxistina neçareseriyê bi kêrî tiştekê din neyê. Rakirina parêzbendiyan, mijareke siyasî ye û hewldana astengkirina pirsgirêkan bi rêyên demokratîk e. Mafê bijartin û hilbijartinê yek ji mafên bingehîn e û di şexsê parlamenterên jin ên kurd de hewl didin vî mafî binpê bikin. Rakirina parêzbendiya parlamenterên jin ên kurd, êrişeke li dijî têkoşîna wan, nirxên demokratîk, mafên mirovan ên gerdûnî, mafê siyasetê yê jinan û têkoşîna aştiyê ye.

Di dîrokên cuda de parêzbendiya kursî ya Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan, Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, Parlamentera Sêrtê Besîme Konca, Parlamentera Amedê Çagla Demîrel, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Mûşê Burcu Çelîk Ozkan, Parlamentera Şirnexê Tûba Hezer û bi dehan parlamenterên din ên jin hatin rakirin, bi biryarên girtinê re ev kes hatin girtin, neçar man ku derkevin derveyî welat û hatine sirgûnkirin. Ev tawanbarkirinên li ser siyasetmedarên jin her ku diçe zêdetir bûn. Di nava du salên dawî de parêzbendiyên Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û ya Amedê Semra Guzel hatin rakirin. Herî dawî jî heman pêvajoya rakirina parêzbendiyê derheqê Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz de dan destpêkirin.

Weke peywireke xwedîderketina li nirxên demokratîk, em bang li tevahiya raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya me ya îmzeyan a ji bo bidawîkirina pêvajoya rakirina parêzbendiya Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz a li Meclisê hatiye destpêkirin. Di serî de partiyên muxalîf, banga me ji bo hemû partî û parlamenterên li Meclisê ew e ku xwedî li nirxên demokratîk derkevin û di hilbijartinê de li dijî rakirina parêzbendiyê derkevin.”

Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin kampanyayê:

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeJH0jfsG3VPgER4nfbxOHOVeDRCy200M4RMc4zxrIfm7nVRA/viewform