18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya kartpostalan kirin

Xebatên pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" a navneteweyî bi çalakiyên cuda didomin. Li Ewropayê ji bo kartpostalan bişînin Îmraliyê kampanya hate destpêkirin.

Pêngava navneteweyî ya ku dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin, bi çalakiyên cuda berfireh dibe. Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di çarçoveya pêngavê de di 8’ê Çileyê de kampanyaya şandina kartpostalan hat destpêkirin. Ev demeke li ser dîzaynkirina kartan û peyamên ku dê werin dayîn, xebat tên meşandin.

Hevseroka KCDK-E Zûbeyde Zumrut, diyar kir ku wan xebatên xwe ya di vê çerçoveyê de bi dawî kirine û got ku kartên hatine amadekirin û belavkirin. Zubeyde, anî ziman ku wan bi vê xebatê re dest bi kampanyayê kirine.

Di kartên ku bi zimanên cuda yên di nav de kurdî, ingîlîzî û fransî jî hene, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan tê kirin û peyamên Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinê, azadiya hawirdorê û çareseriyên ji bo krîzên gerdûnî cih digirin.

Hin ji van peyaman wiha ne:

“Birêz Abdullah Ocalan; Bi armanca piştgiriyê ji bo we dinivîsim. Îro li her derê jin ji bo mafên xwe têdikoşin. We wiha gotibû: ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî dê ti carî azad nebe.’ Her wiha we dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bûye îlham ji cîhanê re ava kir! Ez tevlî we dibim û ji bo ku hûn karibin teoriyên xwe yên rizgariya jinê bi tevgerên wekheviyê li her derê pêş bixînin û pêk bînin, daxwaza azadiya we dikim.”

Birêz Abdullah Ocalan; We diyar kiribû ku, birçîbûn, bêkarî, şer û talan encama îxaneta li ekolojiyê ye, civakek ku xwe nespêre ekolojiyê, dê saxlem nebe. Ez bi dil û can tevlî vê perspektîfa we dibim û ji bo ku hûn bikaribin fikrên xwe yên derbarê ekolojiya civakî de pêş bixin, ez bi awayekî lezgîn daxwaza azadiya we ya fîzîkî dikim.”

Birêz Abdullah Ocalan; Ez vê peyamê ji bo piştgiriya xwe nîşan bidim, dişînim. Şer û pevçûn li her devera cîhanê belav dibe. Ez bi dil û can tevlî perspektîfa we ya ‘Di navbera şer û aştiyê de hilbijartina şer helbet zortir e, lê li gorî min ya watedar û serkeftî, aştiye’ dibim. Ez bi dilê xwe tevlî hemû ramanên we dibim û ji bo ku hûn bikaribin felsefeya xwe berfirehtir bikin, daxwaza azadiya we ya fîzîkî bi awayekî lezgîn dikim.”