17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo bîranîna Huseyîn Denîz

Hesen Huseyîn Denîz

Di salvegera 30’emîn a şehadeta rojnameger, nivîskar, mamoste û endamê PENa Navnetewî Huseyîn Denîz de, bi armanca jiyandina bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û bi taybetî şehîdên çapemeniya azad ên kurdî, me hewl da berhemên wî yên di jiyana xwe de weşandibûn, careke din bigihînin gelê xwe.

Bi vê xebatê, me xwest peyamekê bidin ku pênûsên azad nemirine û wê nemirin. Ew ê bi berhemên xwe yên nemir herdem kelemên çavên neyaran û sorgulên di dilê gelê xwe de bin.

Pirtûka Huseyîn Denîz a bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan”, çîrokên wî yên bi navê “Ji Nav Ajalan” û pirtûka biyografiya wî ya di 20 saliya şehadeta wî de bi navê “Huseyîncan û Can Huseyîn” hatibûn nivîsîn, ji nû ve û bi çend zimanan hatin weşandin û di van rojan de ji hevalên wî û saziyên kurdî re hatin diyarîkirin.

Kujêrê Huseyîn Denîz wek gelek bûyerên di salên 1990’î de hêzên tarî yên dewletê bi xwe bûn. Di bin çavdêriya polîsan de du endamên hizbûlkontrayê, di 9’ê tebaxa 1992’yan de li Sûka Serêkaniyê bi xafiltî ji paş ve gule berdidin serê wî. Piştî guleberdanê Huseyîn bi birîndarî radikin nexweşxaneya Rihayê, rojekê li wê derê dimîne. Bijîşk û rayedar û tevî hewldana malbatê û dostên wî, tişta ji destê wan tê ji sedema çavtirsandina polîsan nakin. Dawiyê wî radikin nexweşxaneya Amedê û li devê deriyê nexweşxaneyê û di 10’ê tebaxê de Huseyîn jiyana xwe ji dest dide.

Di wê salê de gelek rojnameger û nivîskar hatin qetilkirin. Halît Gungen, Hafiz Akdemîr, Çetîn Ababay, Yahya Orhan, Yaşar Aktay, Mehmet Îhsan Karakûş, Halît Kapçak, Kemal Kiliç, Nazim Babaoglû, Ferhat Tepe û Seyfettîn Tepe tenê çend ji wan in.

Piştî Xalê Huseyîn, Mûsa Anter jî di meha îlonê de li Amedê tê revandin û qetilkirin.

Di sala 1994’an de çeka Huseyîn pê hatibû kuştin li ser endamekî Hizbûlkontra yê bi navê Mehmet Şah Bakir hatibû dîtin. Bi wê çekê ne tenê Huseyîn 12 kesên din jî hatibûn kuştin. Lê piştî demekê ev kes serbest hat berdan û wek qatilên din ên bûyerên bi vî awayî tu hesab ji kesî nehat pirsîn.

Windahiyên salên 1990’î ji bo gelê me windahiyên ku cihên wan nayê dagirtin in. Ekîba Agar û Çiller a wê demê serdest bûn, digotin: “Ji bo em pêşî li têkoşîna kurdan bigirin me hezar operasyon pêk anîn.” Kuştina Huseyîn yek ji van hezar operasyonan bû. Hikûmeta Agar û Çiller hîn jî hesabê vê yekê nedane. Huseyîn evîndarekî xwendin û nivîsandinê bû. Hîn xwendevanê dibistana navîn bû. Li malê pirtûkxaneyeke wî ya ne kêmî hezar pirtûkan hebû.

Pirtûka wî ya yekem a ji sê çîvanokên zarokan pêk dihat, bi navê “Ji Nav Ajalan” hîn dema diçû lîseyê, di sala 1977’an de hat weşandin. Ji bilî vê li ser zimanê kurdî xebatên berfireh dikir. Bi taybetî ji bo tegîhiştina zaravayên kurdî ferhengeke kirmanckî – kurmancî amade dikir. Dîsa li ser Gotinên Pêşiyên Kurdan, Biwêjên Kurdî xebatên wî yên berfireh hebûn. Di sala 1991’ê de pirtûka wî ya bi navê “Gotinê Pêşiyê Kurdan” bi du zimanan derket ku beşek jê jî bi kirmanckî bû. Wekî din ji nav gel berhemên wek serpêhatî, çîrok, çîvanok, biwêj, metelok, pêkenok, qerf û hwd. kom kiribûn, bi dehan kaset dagirtibûn û dixwest van jî bike pirtûk. Lê dijmin nehişt ku van xebatên xwe bibe serî…

Huseyîn Denîz ji Sitilîlê ye, lê ji zaroktiya wî ve malbat koçî Serêkaniya Rihayê dike. Serêkaniyê deşteke bi xêrûbêr li ser tixûbê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew li Serêkaniyê di nava bêderfetiyên dijwar de dest bi xwendinê dike, piştî dibistana navîn dibistana mamostetiyê li Akşehîrê dixwîne. Di van salan de li Enqereyê bi tevgera ciwanên kurd re hevnasîna wî çêdibe û di hatina vê tevgerê ya welêt de wekî kadroyekî pêşemîn bi taybetî di xebata perwerdekirina bîrdoziyê de cih digire.

Ew di salên dawiya 1970’î de li gundekî Sêwereg a Rihayê dest bi mamostetiyê dike. Li vê derê hînî zimanê kirmanckî dibe û li ser ferhengeke zazakî-kurmancî dixebite. Piştre derbasî gundê Xerêb ê girêdayiyê Nisêbînê dibe. Wî dixwest li vê derê li nêzî Mûsa Anter bikaribe xebatên wêjeyî bi pêşdetir bibe. Daxwaza wî hebû ku bi xalê Mûsa bîranînên wî bide nivîsandin û herdem ev daxwaz jê re digot. Xalê Mûsa jî herdem digot; ‘Lawo hîn zû ye. Ka bila rewşa Tirkiyeyê hinekî xweş bibe, ez ê bibêjim, wê tu binivîsî!’

Huseyîn li wê derê ji ber xebatên wî yên kurdî piştî demeke kin ji aliyê leşkerên tirk ve hat girtin û li zindana Amedê di salên herî dijwar ên 12’ê Îlonê de ma. Di zindanê de bi berxwedanî û xwedî derketina li hevalên xwe hat nasîn û bibîranîn. Piştî ji zindanê derdikeve li Serêkaniyê bi cih dibe.

Huseyîn Denîz qasî nasnameya xwe ya rojnamegerî endamê PENa Navnetewî jî bû. Kesayetek piralî û dihat hezkirin bû. Ew hem nirxekî têkoşîna azadiyê hem jî nirxekî wêje, çand û rojnamegeriya kurdî bû. Kuştina wî ne tenê windabûneke pênûsekê bû, windabûna pêşengekî gel, mamoste, nivîskar û rewşenbîrekî gelêrî jî bi xwe re anî. Kesayet û pênûsên wiha bi nirx di dîroka gelan de zû bi zû dernakevin holê. Li ser gora wî Mûsa Anter gotibû “Bila ew gule li min ketiba û ne li te ketiba!”

Wek gelek hevalên wî yên çapemeniya azad Huseyîn gava hat kuştin, li pey xwe malbatek bi çar zarokan hişt. Zarokên wî bê bavê xwe mezin bûn. Îro Huseyîn Denîz, Mûsa Anter û bi sedan şehîdên me yên têkoşîna azadî û rojnamegeriya kurdî dikarin di gora xwe de bi dilekî rehet vehisin. Pênûsa wan li erdê nemaye û wê nemîne. Dijminên me her çiqasî êrîş dikin bila bikin, her çiqasî xerabî û qirkirinê bi pêş dixin bila bixin, ev pênûsa azad heta kurdistaniyek hebe wê bilive û hibra xwe biherikîne ser rûpelên sipehî û bi tîpên zêrîn bîranîna wan dê bidomîne.

(Heval, dost û hezkiriyên Huseyîn Denîz ên pirtûkên wî negihiştine destên wan, dikarin ji ser e-maila hhd@hotmail.ch daxwaz bikin.)