3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê ku ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Qada Gundogdûyê bê pîroz kirin banga tev li bûnê kir, wiha got: “Vîna guhertina demokratîk a gelên Îzmîrê, wê li qada Newrozê xwe bide nîşandan.”

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê têkildarî Newroza ku wê li bajêr were pîrozkirin li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve, Her der Newroz, her dem azadî” hate daliqandin de pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê tev li bûn. Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Ûyar a di civînê de axivî, diyar kir Newroza ku di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin ji bo “yek zilamî” bişînin wê bibe qada têkoşînê.

Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk jî destnîşan kir ku wê ev Newroz bibe roja hesab pirsînê. Çelîk diyar kir ku pêwîst e hêzên demokrasiyê li dora vê berpirsyariya dîrokî bibin yek û got: “Ji ber vê yekê em ê 19’ê adarê roja yekşemê Qada Gundogdûyê veguherînin qada berxwedanê. Bi hemû partiyên xwe yên damezrîner, avahiyên tifaqê û dostên xwe re em ê qada Newrozê veguherînin qadeke ku hêrs veguhere hêviyê. Em ê soza xwe dubare bikin ku em ê di hilbijartinên 2023’yan de weke hêzên ked, azadî û demokrasiyê rejîma faşîst a AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.”

‘Dê vîna ji nû ve avakirinê hebe’

Çelîk, anî ziman ku vîna ji nû ve avakirinê wê di Newroza li Qada Gundogdûyê were pîrozkirin de diyar bibe û wiha berdewam kir: “Vîna guhertina demokratîk a gelên Îzmîrê, wê li qada Newrozê xwe bide nîşandan. Li şûna feraseteke navendîparêz, yek hişmend, em ê daxwaza Komara Demokratîk weke mîlyonan li vê qadê careke din bi dengekî bilind bi lêv bikin. Daxwaza gelên Îzmîrê; li dijî faşîzm, tecrîd, tundî û komkujiyên li dijî jinê, talana ekolojîk û xizaniyê, wê li Qada Gundogdûyê bibe dengê azadiyê.”

Vexwendina Newrozê

Çelîk a banga tevlibûnê li hemû gelên li bajar kir, wiha got: “Werin em agirê Newrozê ku di erefeya bendeke destkeftiyên mezin bi dest bixin de bi hev re vêbixin. Werin em bibin kirdeya vê serkeftina dîrokî. Ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, adil û wekhev a bi hev re, em hemû gelên xwe vedixwînin Newroza Îzmîrê ya di 19’ê Adarê de bi dirûşmên ‘Her der Newroz, her dem Azadî’ û ‘Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve’ were pîrozkirin.”