7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’ê ji bo pêşîgirtina hîleyên hilbijartinê avakirina Komîsyona Lêkolînê pêşniyar kir

HEDEP’ê ji bo hîleyên ku beriya hilbijartinên herêmî li bajarên cuda tên kirin bên aşkerakirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li dijî veguhestina îkametgeha leşker û polîsan a beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li navçe û bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê. Parlamenterên DEHEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînê, pêşnûme dan Serokatiya Meclisê.

Di pêşnûmeyê de hat gotin ku beriya her hilbijartinê binpêkirinên têkildarî ewlehiya hilbijartinê zêde dibin û ev tişt hatin bibîrxistin: “Di referandûma Destûra Bingehîn a sala 2017’an de dengên nemohrkirî hatin hesibandin. Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 24’ê hezîrana 2018’an di şertên OHAL’ê de hatin kirin lewma gelek sindoq hatin veguhestin û yekkirin. Di hilbijartinên sala 2019’an de jî hilbijêr hatin veguhestin, hatin lêzêdekirin, navên hilbijêr hatin jêbirin û gelek bêusûliyên din hatin jiyîn.” Bi domdarî hat gotin ku di qeydên hilbijêran ên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de hate tespîtkirin ku li gelek bajar û navçeyan di daîreyekê de bi sedan kes hatine qeydkirin.

Daxwaza lêkolînkirinê

Her du parlamenteran di berdewama pêşnûmeya xwe de bal kişandin ser veguhestina hilbijêran a beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û ev tişt destnîşan kirin: “Çavkaniyên me yên herêmî ragihandin ku gund bi gund cihê hilbijêran tên guherandin, bi van lîsteyan diçin cem keyayan û ev yek jê hatiye xwestin, ferman dane keyayan ku bi fermanên wan were kirin. Li hemberî van îdiayan, partiya me û kesên têkildarî bi daxwaznameyan serî li Midûriyetên Nifûsê û YSK’ê dan. Lê belê gotin ku xebatên wan ên di vê mijarê de didomin. Tê gotin ku mîna di hilbijartinên din de, niha jî navnîşanên cerdevan û leşkeran tên guherandin û hewl didin mudaxileyî hilbijartinê bikin. Tê gotin ku amirên îdarî yên bajar û navçeyan beriya hilbijartinê weke xebatkarên partiyê tevdigerin û pirsgirêkên herêmî yên Şirnexê weke sozên hilbijartinê bi ka tînin. Ji ber van sedeman, ji bo parastina ewlehiyê rewatiya hilbijartinê divê Meclis komîsyonekê ava bike û van îdiayên girîng lêkolîn bike.”