20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin

TJK-E û KCDK-E’yê ji bo merasîma ku wê 3’ê çileyê 2023’an li Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bê lidarxistin, banga tevlêbûna kir

TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna ji bo merasîma ku wê 3’ê çileyê 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bê lidarxistin, kir.

Ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Yekitiya Hunermendên Kurd Tev Çandê Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’ê kanûnê di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest dan, wê 3’ê çileya 2023’an saet di 12.00’an de bîranîn û merasîma oxirkirinê bê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê kurd û dostên wan kirin ku bi awayek xurt tev li merasîma bîranîn û birêkirina cenazeyan bibin. Wê merasîma bîranîn û şandina cenazeyan li Bîs Avenûe des Entrepreneûrs, 95400 Vîllîers-le-Belle, France, li salona Palace de Vîllers bê lidarxistin.