3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rastiyan ronî neke nevandine

Rojnamevan Rêbaz Hesen anî ziman ku edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve 132 rojin hatiye windakirin û wiha got: “Ji bo rastiyan ronî neke ew revandin.”

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji wê rojê ve heta niha tu agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek berovajî û nerast de diyar kir ku qaşo revandina rojnameger Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamegeriyê’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnameger Silêman xwarin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de wekî edîtor dixebite.

Rojnameger Rêbaz Hesen der barê windakirina Silêman Ehmed de axivî û anî ziman ku PDK ji bo rûyê wê yê rastiya dernekeve holê Silêman Ehmed desteser kir.

Gendeliyek mezin heye

Rojnameger Rêbaz Hesen da zanîn ku ew hemû zanin ku li Başûrê Kurdistanê gendeliyek mezin heye û wiha got: “Dîsa gelek rexne li ser siyaset û polîtîkayên PDK’ê heye. Bi taybetî têkiliyên PDK’ê yên li gel dewletên dagirker û têkiliyên bi dewletên êrîşî Kurdistanê dikin re dibe mijara lêpirsînê. Ev ji aliyê rojnamegeran ve tê dîtin. Rojnameger vê rastiyê ronî dikin. PDK rexneyên ku li wê û hikûmeta wê tê kirin qebûl nake. Ji bo van rexneyan bêdeng bike, bênavber êrîşî çalakvan, aktîvîst û rojnamegeran dike. Gelek kesên wekî Silêman Ehmed winda hene. Li dijî PDK’ê ev rexneyek pir cidî ye. Ev mijar di asta navneteweyî de tê rexnekirin.

Sileman Ehmed rastî ronî dikir

Hesen da zanîn ku Silêman Ehmed rojnamegerekî çalak bû û wiha axivî: “Xelkê rojavayê Kurdistanê bû. Lê li Başûr di Rojnewsê de rojnamegerî dikir. Karê wî ronîkirina rastiyan e. Rastiyan ronî dike û pêşkêşî gel dike. Her kesên li ser rastiyan bixebite û rexneyan li PDK’ê bike, kesên ji bo xizmeta gel dixebite, di heman demê de PDK qels dike. Ji ber Silêman Ehmed rastî ronî kir û rexne kir PDK’ê ew revand. Di destpêkê de asayişa PDK’ê xwest Ehmed bi rengekî din bide nasîn. Lê nasnameya Silêman Ehmed diyar e. Rojnamegerekî ku li Başûr û Rojava tê nasîn.”

Rêbaz Hesen bal kişand astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ehmed re û wiha lê zêde kir: “Sedema astengkirina parêzer û malbatê ew e ku bi korsanî ew binçav kirine. Binçavkirina wî li dijî zagonan e. Li gorî tu zagon û pîvanên ku meclisê qebûl kiriye, girtina Silêman Ehmed nayê qebûlkirin.  Ehmed tu sûcekî derzagonî nekiriye. Karê wî û saziya wî fermî û zagonî ye. Li başûrê Kurdistanê rojnamegeriyê dike. Ji ber vê yekê girtina wî ne zagonî ye. PDK’ê heta niha nikare sûcekî bispêre Silêman Ehmed.”

Girtina Silêman Ehmed siyasî ye

Hesen bi bîr xist ku Ehmed wekî girtiyekî siyasî ye û wiha pêde çû: “Parêzer dikare bi her kesî re hevdîtinê bike. Dikare gotinên Silêman Ehmed ji her kesî re ragihîne. Wekî partî û PDK’ê Silêman Ehmed girtine. Ne wekî ku dadgeha PDK’ê ew girtibe. Ji ber vê yekê girtina Ehmed siyasî ye. Ji ber vê yekê destûr nade ku parêzer û malbat biçin serdana Ehmed.”

Divê zextên li ser PDK’ê zêde bibin

Rêbaz Hesen herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya PDK’ê û wiha got: “Parêzer li bajarê Dihokê serî li saziyên asayişê dan. Lê PDK’ê destûr neda ku bi Silêman Ehmed  re hevdîtin bê kirin. Ji bo ku Silêman Ehmed bê berdan, divê ji çar aliyê Kurdistanê zextên li ser PDK’ê zêde bibin. Divê li çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerên azad li ser aqûbeta Silêman Ehmed rawestin û zextan li PDK’ê bikin. Rojnamegerên ku piştgiriyê didin rojnamegeran û piştgiriyê didin heqîqetê divê her dem rastiya Silêman Ehmed di rojevê de bihêle. Divê darizandina li Başûr bê rexnekirin. Wekî rojnameger ji bo ku Silêman Ehmed serbest bê berdan em di nava hewldanan de ne. Em rojnameger zextan li PDK’ê dikin. Ji bo azadiya Silêman Ehmed û hemû girtiyên wekî Silêman Ehmed dîl hatine girtin serbest bê berdan ev xebat û têkoşîna me dê bidome.”