30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnamegerên tên darizandin daxuyanî hat dayîn

Rojnnameger û nûnerên gelek saziyên sivîl li ber Edliyeya Amedê ji bo doza rojnamegerên kurd daxuyanî dan û di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Her çiqas zext bidomin jî em ê dest ji rojnamegeriyê bernedin.”  

Li Amedê ji bo 18 rojnamgerên tên darizandin bi tevlêbûna rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Rojnamevanan a Hemdem (ÇGD), Basin-Îş’a DÎSK’ê, MLSA, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û nûnerên rêxistinên pîşeyî danişîna rojnamegeran tê şopandin.

Her wiha Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ÎHD, MED-DER, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê, rêveberên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo piştevaniyê tevli daxuyaniyê bûn.

‘Ew çi jî bikin em ê rojnamgeriyê bidomînin’

Rojnameger û nivîskarên rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Akyol, diyar kir ku ew her tim desthilatdarî êrîşên xwe li ser çapemeniya azad dide meşandin û wiha got: “34 sal in em tenê li pey nûçeyan in. Lê ji ber hin sedeman nûçeyên ku em didin her tim vê dewletê, hikûmetên ku hatine avakirin aciz dike. Ew her tedbîrê digirin da ku pêşî li ragihandina me bigirin. Mixabin van desthilatan hevalên me yên rojnameger qetil kirin. Hin hevalên me wek niha avêtin zindanê, hinek jî neçar man sirgûn bibin, lê em karê rojnamegeriyê berdewam dikin. Rojnameyên me girtin, me berdewam kir, bombe barandin, me berdewam kir, niha jî em berdewam dikin. Di demên dawî de zextên li ser me zêde bûne, ez difikirim ku sedem ev e; di hilbijartinên dawî de jî nexwestin em li qadan bin, ev yek hem ji bo desthilatdarî û hem jî ji bo muxalefetê weke xala guhertinê hate dîtin. Hevalên me bi operasyonan girtin, lê divê di danişîna ewil de wan berdin. Hevalên me yên li Enqereyê di danişîna ewil de hatin berdan, îro jî em li bendê ne ku hevalên me bên berdan. Her çiqas zextan bidomînin jî em ê dest ji rojnamegeriyê bernedin.”

Azadiya hevalên me nêzîke’ 

Parlmenterê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Cengîz Çandar jî tev li daxuyaniyê bû û ew ev tişt anî ziman: “Bila ev doz bibe şerma Tirkiyeyê. Serokkomar Erdogan li zîrveya NATO’yê hevdîtinan dike. Rêya ku Tirkiye biçe Yekitiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe. Rêya ku ji Amedê jî biçe Yekitiya Ewropayê bi naskirina mafên kurdan û azadiya çapemeniyê derbas dibe. Heta ku medya kurd azad nebe, tu tiştek çareser nabe û hemû rêyên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê xitamandî bin. Doza îro ji her warî ve girîng e. Vê dozê nîşan da ku êdî medya kurdî ne bi tenê ye. Çi were serê gelê me û medya kurd em ê mijarê bibin Meclisê. Em ê heta dawiyê xwedî li gelê kurd û azadiya çapemeniyê derkevin. Rojên ku hevalên me bigihîjin azadiya xwe nêzîk in.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû. AMED