17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo şehîdên Şengalê merasima girseyî

Rêveberiya Xweser a Şengalê û xelkê herêmê, saet di 10’an de ji hemû şehîdên fermanê merasîmên rêzgirtinê yên girseyî li dar xist.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku êzidî wekî ‘Roja Reş’ pênase dikin, merasimek girseyî pêk anî. 10 sal berê îro bi hezaran êzidî bi saxî hatine çalkirin, ji ber serî dan sir nedan, bi awayeke hovane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarokên êzidî hatin revandin, destdirêjî li wan hate kirin. Bi sedan kesên bi temen û zarok ji ber çileya havînê ji ber tî û birçî man jiyana xwe ji destdan dan. Bihezaran kes koçkirin û hîn jî bi hezaran kes di destê DAIŞ’ê de ne, windane, di gorên komî dene û an jî aqûbeta wan qet ne diyare.

10 salin hîn birîna Êzidiyan ne kewiye, hîn jî li seranserê Şengalê dengê qêrîna dayîkan tê bihîstin. Lê Şengal îsal ji her demê zêdetir daxwaza hesapxwestin û edaletê dikin. Dixwazin PDK ku bûye sedema fermanê bê darizandin. Ji bo vêya îsal ji hemû salan birêkûpêktir li hemû meclisên gel, li cihên komî gel kom bûne, saet di 10.00’an de ji bo çend xulekan jiyan hate rawestin.

Li navenda Şengalê, Qibletê, Xanesor, Serdeşt, bîrdariya Solaxê, Sinûnê, Borik, Digûrê û li hemû gund û navçeyan Rêveberiya Xweser, Asayîşa Êzidxanê merasîmên girseyî yên rêzgirtinê lidarxistin.

Gelê Şengalê ji bo çend deqîqeyan jiyan rawestandin û ji bo şehîdên Şengalê rêz girtin. Li gelek deverên Şengalê gel xêr belav dikin, li ser rêyên giştî av têne belavkirin.

Wê piştî nîvro li navenda Şengalê merasîmeke girseyî were lidarxistin. Gel wê ji Meclîsa Gel berbi mekteba Zarîfa Osê ya li navenda bajêr ve bimeşin. Merasîm jî wê li vê mekteba ku bûbû dojeh ji bo Êzidiyan were lidarxistin.