28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo zimanê kurdî giliyê Fahrettîn Koca hat kirin

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren ji ber zimanê kurdî di nava 5 zimanên pergala e-Reçete de nîne der barê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca de bi hinceta “cihêkariyê” gilî kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihandibû ku li pergala e-Reçete 4 zimanên hatine barkirin û bi tirkî re bi 5 zimanan xizmetê dide. Dîsa wek her carê kurdî di nava van zimanan de nebû. Mijara navborî li ser medya dîjîtal bi nerazîbûnek tund re rûbirû ma. Ji siyasetmedaran bigire heta hunermend û rojnamevanan nerazîbûn nîşanî nebûna vebijêrka zimanê kurdî dan.

Koca li ser bertekan  di 28’ê tebaxê de daxuyaniyek dîsa belav kir û gotibû, “Ev 5 zimanên li pergala e-reçete hatiye barkirin, ji bo turistan û nexweşên biyanî ye û hewcedarî pê hatiye dîtin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku nebûna zimanê kurdî ya di nava pergala tenduristiyê ya e-reçeteyê de cihêkariyek eşkere ye û têkildarî mijara navborî bi hinceta “nefret û cihêkariyê” derbarê wezîr Fahrettîn Koca de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir.

Hêjayî gotinê ye ku ew behaneya wezîrê tenduristiyê ya ku dibêje ji bo biyanî û turîstan hatiye zêdekirin jî behaneyeke bêbingeh û vala ye ji ber ku di nava geştiyar ûturistên ku tên li vir derman dibin herî zêde xelkên başûrê Kurdistanê hene. Heke wiha be çima ji bo wan geştiyaran jî zimanê kurdî li vê lîsteyê nehate zêdekirin. Lê wekî hemû rayedarên din ên dewletê dema ku mijar dibe zimanê kurdî faşîzim û siyaseta inkarê derdikeve pêş.