3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji kurdan re qedexe ye!

Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê xwestin li dijî şerê li Rojava û Filistînê daxuyanî bide. Polîsan daxuyaniyê asteng kir. Jinan bi çalakiya rûniştinê qedexeya daxuyaniyê şermezar kir

Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê ku xwest li ber Edliyeya Amedê li dijî şerê li Rojava û Filistînê tê meşandin daxuyaniyekê bide, ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Pankarta “Ji Rojava heta Filistînê jin şer naxwazin” ku tê de peyva “Rojava” derbas dibû, weke hincet hat nîşandan. Li dijî vê yekê jinan ev kiryara polîsan ewlekariyê protesto kirin û 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Beriya çalakiya rûniştinê Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Esmer Ozer bertek nîşanî kiryara polîsan da û got ku ew ji bo li dijî şer kombûne û ji ber nivîsa li ser pankartê polîs nahêlin ew daxuyaniya xwe bidin. Ozer da zanîn ku ew ê ji bo vê kiryarê protesto bikin, dê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar bixin.

Çalakiya rûniştinê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Jin şer naxwazin” bi dawî bû.