28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro 11.emîn salvegera koçkirina Evrîm Alataş e

12'ê Nîsana 2010'an: Rojnameger Evrîm Alataş ji nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Rojnameger, nivîskar û rexnegir Evrîm Alataş 11 sal beriya niha dı rojeke weki îro de ji nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kir.

Nivîskar, rexnegir û rojnameger Evrîm Alataş a ku di tevahiya jiyana xwe de hewl da pirsgirêkên Gelê Kurd rave bike, di hemû kêliya jiyana xwe de tu carî dest ji têkoşînê berneda û her dem li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bertekên xwe nîşan da.
Evrîm, di 15’ê nîsana 1976’an de li gundê Golpınar ê navçeya Akçadaga Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe qedand û paşê li Stenbolê xwendina xwe domand. Evrîm a ku xwe weke “kurd, jin, elewî” bi nav dikir, di malbateke xwedî nasnameya elewî-kurdî û xwedî meylên çepgir de mezin bû. Hevgirtina ku yek ji pêwîstiyên mirovbûnê ye, veguherand şêwazek jiyanê. Dema ku temenê wê biçûk bû dît û fam kir ku li welat vederkirina li ser welatiyên elewî tê meşandin.

Alataş di rojnameyên wekî Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitî. Pişt re wekî edîtor peywira xwe domand. Her wiha ji rojnameyên Evrensel, Bir Gun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsand. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargi, Reş û Tirojê de nivîs nivîsand.

Hêjayî bibîrxistinê ye kuvê nexweşiya bê insaf tucaran Evrîm ji kar û xebatên çand û wêjeyêyî dûrnexist û heta bi kêlîka dawî ya jiyana xwe cihê xwe di nava nava kar û xebatan de girt.

Evrîm li kêleka nivîskariya xwe di amadekariyên rojên wêje, festîval û çalakiyên hunerî ên wê demê de cihekî xwe yê berz û bilind hebû.

Mixabin di temenekî ciwan de di 12’ê nîsana 2010’an de ji ber wê nexweşiya bêderman jiyana xwe ji dest da û malbat û dost û hevalên wê cenazeyê wê ji Amedê birin gundê ku lê jidayik bûbû.  Cihê jidayikbûna Evrîm  ango gundê Golpınar ê navçeya Akçadaga Meletiyê bû cih û warê koça wê ya dawî.