7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema azadiya jinan e

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bi daxuyanî û şahîyek da. Bêrîya dayîna startê jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî “ daketin qadan. Jin ji bajarên herêmê yên wekî Amed û Êlîhê hatin Kerboranê û tevli çalakiyê bûn. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û parlementerên HDP’ê, dayika Garibe Gezer Halîme Gezer jî tevli çalakiyê bûn. Jinan pankarta “Dem dema Azadiya jinan e”  vekirin û wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer rakirin.

Li ser navê jinan Berdevka TJA’yê ya Mêrdîne Eylem Amak, daxuyanî da û wiha got: “Em starta 8’ê Adarê niha li Kerboranê didin. Em soz didin ku em ê têkoşîna Garibe Gezer mezin bikin û berdewam bikin. Ji ber tekoşîna azadiya jinê bûye tirsa îqtîdarê di sala 2021’an de êrîşên li dijî jinan zêde kir.

Ji Ocalan re azadî
Amak, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û wiha lê zêde kir: “Divê kêşeya kurd bi rêbaza aştî û demokrasiyê çareser bibe. Ji bo vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîda bi pergal a li dijî Ocalan, kêşaya civakî û aborî bêtir kûr dike. Ocalan bi paradigmaya rizgariya Jinê bersîvê dide pergalê. Jin ji bo Ocalan bê berdan li qadan diqîrin. Em ê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê