26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin: Têkoşîna hebûn û pêşerojeke li ser wekheviyê

Têkoşîna jinên Kurd jî kûrahiya dîrokê de ye. Mînak Zadîne Xatûn, Guher Xatûn, Perîzad Hatûn ku di dîroka kurdan de kesayetên girîng in. Jinên ku di warê siyasî û leşkerî de bi awayekî aktîf cih girtine û bi wêrekî û serokatiyê xwe tên nasîn.

“Divê hûn dev ji parastina jinan berdin, wan bi karên cuda û lêgerînên cuda bi tenê bihêlin; Bila bibin leşker, deryavan, ajokar, kedkarên bendergehê…  Dema jinbûn êdî ne hewcedarê parastinê be, her tişt dibe.”

Virginia Woolf

Banga Woolf pêvajoya dîrokî ya têkoşîna hebûnê ya jinê di hemû qadên jiyana civakî û aborî de ronî dike. Jin di dîrokê de li gelek qadan hebûn û serkeftinên mezin bi dest xistin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jinan bi erkên cihêreng li paş û pêşiyê de rêça şer guhert. Bi xebata di kargehan de hilberîna xwe domandin, wekî hemşîre li leşkerên birîndar dinêrin û di tevgerên berxwedanê de jî rolek girîng lîstin. Vê serdemê îspat kir ku jin dikarin karên ku yekdestdariya mêran dihat dîtin bi serkeftî pêk bînin.

Têkoşîna jinan ne mijareke nû ye. Ji demên kevnar heta niha jinan mafê xwe û wekheviya xwe parastiye. Kesayetên jin ên bi hêz ên wekî fîlozofa jin Hypatia li Yewnana Kevnare, Qralîçe Hatshepsut li Misrê û Livia Drusilla li Romayê di serdema xwe de rolên girîng lîstin. Di Serdema Navîn de jinên weke Jeanne d’Arc bi wêrekî û pêşengiya xwe mohra xwe li dîrokê hiştin. Têkoşîna jinên Kurd jî kûrahiya dîrokê de ye. Weke mînak Zadîne Xatûn, Guher Xatûn, Perîzad Hatûn ku di dîroka kurdan de kesayetên girîng in û navê wan di berxwedana Kela Dimdimê de derbas bûye, jinên ku di warê siyasî û leşkerî de bi awayekî aktîf cih girtine û bi wêrekiya xwe û serokatiyê xwe dihatin naskirin.

Lê belê ev têkoşîn ne tenê li ser kesayetên leheng e. Jinên ku her roj, li her qadê dengê xwe bilind dikin û ji bo mafên xwe têdikoşin hene. Di perwerde, siyaset, jiyana karsazî, werzîşî de… Ev jinên ku di her warî de cûdahiyê çêdikin û îlhamê didin, ji bo guhertina civakê ronahiya hêviyê geş dikin. Her wiha rola jinê di civakê de ne tenê bi dayiktî û bermalîyê re sînordar e. Potansiyela wan heye ku di her warî de serkeftî bin û tevkariyê li civakê bikin. Ji bo vekirina vê potansiyelê, avakirina jiyanek li ser bingeha wekheviya zayendî û mafên wekhev girîng e. Di perwerdehiyê de derfetên wekhev, di jiyana karsaziyê de bi dawîkirina cihêkariyê, serxwebûna aborî, sifir toleransa li hember tundî… Ev gavên bingehîn ên ji bo bihêzkirina jinan in. Her ku jin bi hêz dibe civak jî xurt dibe.

Dinyayeke adiltir û wekhevtir encax heke jin bibin xwedî mafên wekhev pêkan e. Di vê xalê de ji bo bi hêzkirina jinan û avakirina jiyanek li ser esasê mafên wekhev erkên mezin li ser her beşê civakê heye. Divê saziyên perwerdeyê, çapemenî, karsaz û hikûmet polîtîkayan bi pêş bixin û pêk bînin ku jin di hemû qadan de bibin xwedî derfetên wekhev. Em ji bîr nekin ku hebûna jinê tenê nîv-civakê nîşan dide. Ji bo pêşketin û pêşveçûnê hemû civakê pêwîst e jin di her qadê de cih bigire û bi awayekî azad potansiyela xwe bi kar bîne.

Di encamê de hebûna jinê li her qadê, li şûna ku pêwîstî bi parastinê hebe, ne tenê ji bo azadî û bextewariya takekesî, her wiha ji bo refaha giştî ya civakê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Banga Virginia Woolf îro jî derbasdar e. Eşkere ye ku divê jin di serî de jinên Kurd li her qadê hebin û ev têkoşîn hîn xurtir bibe. Zêdekirina rola jinê di civakê de û avêtina gavan ji bo avakirina jiyanek li ser bingeha wekheviya zayendî û mafên wekhev mifteya afirandina civakek dadperwertir û aramtir e. Piştgirî û berdewamkirina têkoşîna ji bo vê dozê û rizgarî û bi hêzkirina jinan berpirsyariya me ya hevpar e.