17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin vîna xwe diparêzin’

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen der barê rewşa jinan a piştî fermanê wiha got: “ Îro jin di her qadê jiyanê de cih digirin û vîna xwe diparêzin.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî êzidiyan fermana 74’emîn da destpêkirin. Ji ser fermanê re 10 sal derbas bûn. Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen, bi minasebeta salvegera fermana 74’an a Şengalê ji rojnameya me re nirxandin kir.

Riham Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên li ser Şengale pêk tên ne êrîşên nû ne. Heta niha 74 ferman bi serê civaka êzîdî de hatine.  Sedemên vê yekê, yek aliyê olî ye, yek jî aliyê civakî û erdnîgarî ye. Dewlet ji serdema osmanî heta niha êrîşan pêk tînin. Xwestine li gorî berjewendiyên xwe li vir bi cih bibin. Li ser şengalê şerên cuda hatiye pêşandin. Îro bi teknîka pêşketî êrîş dikin. Sedema esasî gelê Şengalê gelekî aştîxwaz e û her tim li ser axa xwe dijî. Tu carî êzîdiyan êrîşî derve nekiriye. Gelê êzîdî pir bi axa xwe ve girêdayî ye. Axê wekî dayik pîroz dibînin.”

Hesen da zanîn ku gelek caran milete êzidî bi komkujiyê re rû bi rû maye û ev tişt anî ziman: “Di 2014’an de DAIŞ’ê bi navê dewleta îslamî êrîşî Şengalê kir û xwest eniya misilman bi xwe ve girê bide û vê  êrîşê rewa bike. Xwest dagirkirina Şengalê rewa bike.”

Şengal weke baxê gulan bû

Riham Hesen bal kişand ser beriya fermanê û piştî fermanê û wiha axivî. “Şengal beriya fermanê ji aliyê olî ve wekî baxçeye gulan bû bi hevre dijiyan. Her baweriyek bi rengê xwe dijiya. Lê piştî fermanê DAIŞ’ê êrîş kir. Hêzên desthilatdar her carê bi navekî êrîş dikin. Di fermanê de DAIŞ’ê bi navê îslamê keçên êzidî revandin. Bi van êrîşan xwestin jiyana hevpar a li Şengalê û çanda hevpar belav bikin. DAIŞ’ê dema êrîşî Şengalê kir, miletê ereb ên misilman ji bo xwe bikar anî. Hin kes bi xapandinê û hin kes jî bi zextan li dijî êzidiyan bikar anîn. Olê îslamê jî bikar anîn. Cîranên misilman li dijî êzîdiyan bikar anîn û xapandin.”

Riham Hesen, da zanin ku dewletên desthilatdar ola îslamê kirine wekî amûrekî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ’ê bi navê olî bandorek mezin li ser gelek kesan kir. Êzidî wekî kafir pênase kirin û em li pêş çavên wan reş kirin.”

Hesen, bal kişand ser piştî fermanê û wiha berdewam kir: “Pişti naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo projeya Rêveberiya Xweser pêş ket. Rêveberiya demokratîk e. Ev fikra rêveberiya xweser hemû bawerî û neteweyan hembêz dike û hemû reng û bawerî dikarin bi hev re xwe bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Dikarin bi hev re reng û rûyê xwe biparêzin.”

Xwestin jinan qir bikin

Riham Hesen piştî fermanê li ser guhertina jiyana jinan jî rawestiya û ev agahî dan: “Di milê jinan de gelek pêşketinên mezin pêk hatin. Di fermanê de xwestin di şexsê jinan de qirkirine pêş bixin. Ferman li ser jinan pêk hat. Hêzên desthilatdar her tim dixwazin li ser civakê serweriya xwe pêş bixin. Ji bo civakê lawaz bikin dest avêtin gor, ziyaret û wargehên pîroz. Dest avêtin jinan û xwestin civakê lawaz bikin. Xwestin di serî de jinê bê vîn bihêlin. Bi kirîn û firotina xwişkên me, xwestin jinê bixin. Di şexsê jinan de xwestin civakê tune bikin. Lê dijberî vê yekê kîn û nefreta civakê ya li dijî êrîşkaran zêdetir bû. Jinan bêtir xwe bi rêxistin kir. Bêtir xwe parast û bi fikr û felsefeya serokatiyê xwe pêş xist. Piştî fermanê yên herî zêde bi fikr û felsefeya Serokatiyê de xwe zane kir û bi rêxistin kir jin bûn. Ji ber vê yekê îro yên di meclisan de, di rêveberiyên cuda de pergala hevserokatiyê pêş dixe û bi rêve dibe jin in. Yên ku herî zêde dixwaze rêxistinê xurt û mezin bikin jin in. Jin di aliyê siyasî, civakî, dîplomasî û parastinê de cih digirin. Tevgera Azadiya Jin a Êzidî (TAJÊ) ava kirin. Îro jin di her qadê jiyanê de cih digirin û vîna xwe diparêzin.”

Riham Hesen, anî ziman ku ereb ji ber bê rêxistin bûn, tev li DAIŞ’ê bûn û wiha pê de çû: “Her çend parvekirinek me ya ereban hebû jî ji ber bêrêxistin bûn hatin bikar anîn. Îro hêza herî zêde em xwe pê biparêzin fikra Rêber Apo ye. Em bi fikra wî xwe perwerde dikin û bi rêxistin dikin. Em îro bi fikra wî hemû êrîşan vala derdixin.”

Riham Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelek malbat û jinên koçber bûbûn hebûn. Niha rêxistinek hatiye avakirin. Em hewl didin vê rêxistinê bêtir fireh bikin. Em hewl didin hemû jinan bikişînin bin sîwana rêxistinê û wan perwerde û bi rêxistin bikin. Em hewl didin hemû jinan li vir vegerînin. Pêdiviya jinan bi çi hebe, em ê hewl didin li gorî wê projeyan ava bikin. Milê parastin, milê perwerde, milê rêxistinî em ê xurt bikin. Çareseriya herî mezin perwerde, rêxistin û parastin e. Dîsa em dixwazin jinan ji êrîşên hişmendiya mêr biparêzin û ji zewaca biçûk, tundiya mêr a li ser jinê rizgar bikin.”