2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan dest bi amadekirina Hevpeymana Jinê kirin

Jinên kurd li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û komênser bi Îran û hikûmeta Şamê ve ji bo parastina şoreşê şer kirin û têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriya tirk heta niha didomînin, dixwazin vê ji cîhanê re dibêjin; ‘Tiştên ku hûn newêrin bikin, vaye em dikin.’

Heyvek, rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî destkeftiyên binirx ên di Şoreşa Jinan li rojavayê Kurdistanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidestxistine, ber bi guhertinan ve diçe. 11 sal ji şoreşê hêja bûn ku jin sîstema xwe ya xweparastinê, xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê bidin avakirin. 11 sal dikarîbû bandorê li rêxistin, fikr û tevgerên jinan ên li her sê aliyê din ê Kurdistanê û cîhanê bike, Şoreşa Jinan a Rojava dikarîbû helwest û armanca têkoşîna jinan di bin siya felsefeyekê de bîne cem hev û gotina wan bike yek ew jî ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Li hemberî hişmendiya têkçûyî ya mêr ê serdest, zayendperestiya civakî, bêedaletiya cîhanî û binpêkirina mafên jinan, rêxistinbûyîna jinan tenê têrê nake, birêxistinbûyînê re pêwîstiya afirandinê heye ku her jinek dikare çalakiyeke bibandor li dar bixe, her jinek şoreşek e û her şoreşek jî di hundirê  xwe de ferd û sîstemên demokratîk dihewîne. Wekî çawa dayik di hundirê xwe de jiyanê mezin dike û bi hezkirin wê diwelidîne û xwedî lê derdikeve, wiha hemû jin dikarin li şoreş û sîstema xwe jî xwedîderkevin, berhemên heyî yê xwe jî bibînin, ji ber têkoşîna parçe parçe wê encameke xurt û bihêz bi xwe re ava neke. Ji ber jin xwedî yek nasnameyê û pirsgirêka jinê pirsgirêkeke cîhanî ye.

Em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binêrin, jinên ku li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û komikên çeteyên ser bi Îran û hikûmeta Şamê ve ji bo parastina şoreşê şer kirin û têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriya tirk heta niha didomînin, dixwazin vê ji cîhanê re bibêjin; ‘Ha tiştên ku hûn newêrin bikin, vaye em dikin û em ê heta dawî jî bikin.’ Şoreşa Jinan a ku enternasyonalîstî bû, niha gaveke din davêje, gaveke ku naşibe tu gavên wê yên berê. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo çêkirina hevpeymaneke jin amade dikin. Li gorî rêveberên vê xebatê dê di nava kêmî mehekê de starta vê xebatê were ragihandin. Amadekariya Hevpeymana Jinê di Hevpeymana Civakî de wekî xalekî bingehîn hatiye diyarkirin. Hevpeymana Civakî jî di 12’ê kanûna 2023’yan hatibû îmzekirin.

Hevpeyman şoreşeke zihnî ye

Hevpeymana Civakî dikarîbû rê ji çêkirina Hevpeymana Jinê re veke. Bêguman ev xebat dê ne hêsan be ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Helbet wê bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû were. Ji ber pergala mêr ê ku li dijî jinan êrîşên cur be cur dike wê bêax, bênasname, bêwelat û bêziman, bêçand, bêdîrok dike û ev hemû di warê pêkanîna êrîşan û koçberkirina wê re pêk tîne, dê nivîsandina Hevpeymana Jinê ku wekî pergala jinan a azadî, wekhevî û parastina mafê wê yê di warê hiqûqî û qanûnî de, qebûl neke. Nivîsandina Hevpeyama Jinê şoreşeke zihnî ye, wê jin bi pergala jinê li dijî komkujiyan were birêxistinkirin, wê nasnameya jinan êdî neyê binpêkirin û destkeftiyên wê werin misogerkirin. Bêguman avakirina pergala jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê têkeve xizmeta jinên tevahî Sûriyeyê ku ji adara 2011’an ve di nava êrîş, qirkirin, penaberî, koçberî, îstîsmara zayendî, destdirêjî û kuştina di nav girtîgehên rejîma Baasê de ne. Avakirina sîstemeke demokratîk, azad û wekhev ku jin êdî dê bi biryarên mêran neyên darizandin, cezakirin û kuştin dê bandorê li cîhana derve jî bike. Wiha wê jinên derve jî bikaribin pergala xwe avabikin û hemû jinên çalakvan, siyasetmedar, tevger û rêxistinên jinan di bin yek konfederalîzma demokratîk a jinan de, li dijî pergala mêr ava bikin û têbikoşin.

Berî her tiştî jî divê ku jin bizanibin di vê sedsalê de divê çi bikin, çawa bikin heta ku têkoşîna wan a dehan salan bi encam bibe, ya herî girîng ew e ku jin û mêr hevdû qebûl bikin, bi hev re têkoşîna zayendî bimeşînin û hevjiyana azad pêk bînin, heta ku bikaribin derdorê jî bidin îqnakirin û hişmendiya mêr û dewletê bidin guhertin. Guhertina pergala mêr û hişmendiya dewleta hilweşiyayî misogeriya cîhaneke azad, aram û ewle bo jinan e. Ji ber wê jî gavavêtina destpêkê ya nivîsandina Hevpeymana Civakî girîng bû, ji ber Hevpeymana Civakî dibe peymana azadiya di navber jin û mêr de, ev jî dibe tovê serkeftina Hevpeymana Jinê.

Cîhaneke ewle bo jinan rastiyeke ferz kiriye

Şoreşa Jin parçeyek biçûk ji cîhaneke ewle ya ji aşopiya jinan bûye rastî ye

Dê jin hîn bêtir bi nêrîna jinên cîhanê, êrîşan, pergalên desthilatdariyê ên xwe li ser qirkirina jinan ava dike, bifikire û wiha di warê piratîkî de bi aqilê jinên zana biryaran bide. Dê li vir her tişt bibe rengê jinan.

Tu bikî nekî jî gaveke wiha dîrokî û di vê pêvajoya hesas re ku hemû pergalên mêr têk diçin, avakirina pergala jinan wê li Kurdistanê û cîhanê dengvedanekê çêbike, hîn bêtir yekîtiya jinan û hevgirtina wan xurt bike. Ji ber rastiyeke ku xwe ferz dike êdî cîhaneke jin di nav de ewle bijîn, bifikirin, bimeşin, bixwînin, tevger bikin, azad bi nêrînên xwe bijîn û bêyî saw xwe îfade bikin heye.

Şoreşa Jinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek biçûk a vê cîhanê ye ku hatiye avakirin, lê gelek destên spî, qehweyî, reş û ji hemû rengan pêwîste bigihêjin hev û pergaleke wiha bidin avakirin, da ku bibe layiqî keda bi salan hatiye û tê dayin. Ji lewra girîngiyeke demildest e ku jin konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşinyar kiriye, ava bikin û destkeftiyên xwe misogertir bikin. Aşopiyên jinan ên salan bi ‘Jin Jiyan Azadî’ vediguherin rastiyên jiyanî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê