30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Marsîlayayê ji CPT’yê re hezar name şandin

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ji bo ku CPT berpisyariya xwe ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’e Abdullah Oclaan pêk bîne, hezar name ji CPT’yê re şandin.

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê xebat dimeşîne, di çarçoveya şandina nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) de ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hezar name şandin.

Yek ji endamên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Arzû Denîz bertek nîşanî helwesta CPT’yê ya nehesas da û bang kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Arzû Denîz got: “Demeke dirêj e ku em agahî ji Rêbertiyê nagirin. Em dixwazin dengê Rêbertiya xwe bibihîzin, ji ber vê yekê dixwazin CPT erka xwe cih bîne. Adalet Taş jî diyar kir ku heta ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin wê çalakiyên wan dewam bike.

Jinan piştre çûn postaxaneyê û hezar nameyan dan posteyê.