3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên afgan ji jinên êzidî re name şandin

Jinên afgan ji jinên êzidî re nameyek şandin û ev tişt gotin: “Bi îlham û hêza ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û Tevgera Kurdistanê girtiye, serbilind in ku mil bi mil têdikoşin.”

Talîbanê beriya du salan piştî hevdîtinên ku bi Amerîkayê re kir dest dani ser rêveberiya Afganistanê. Talîban li Afganistanê zilmeke mezin li jinan dike û wan ji hemû mafan bêpar dihêle. Jinên afgan ku li dijî vê zilma Talîbanê dertên, têkoşîna xwe ya li dijî Talîbanê û welatên ku piştgiriya wê dikin didomînin.

Di salvegera destdanîna Talîbanê ya Afganistanê de jinên afgan ji bo jinên êzidî ku piştevaniya wan dikin nameyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re şandin. Jinên afgan, di nameya xwe de bal kişandin ser giringiya têkoşîna bi hev re û gotin ku ew bi têkoşîna bi hev re serbilind in.

Nameya ku li ser navê jinên afgan ji aliyê jina têkoşer Ferîba ve hatiye nivîsandin bi tevahî wiha ye:

“Silavên şoreşgerî ji bo hevalên şer dikin!

Di destpêkê de di salvegera dûyem a dijminê jinan celat Talîban desthilata Afganistanê xist destê xwe de, em spasiya xwe pêşkêşî xwişkên xwe dikin ku bi jinên afgan re di nav piştevaniyê de ne. Mixabin ew atmosfera ku di nava welat de hakim, her roja ku diçe xirabtir dibe. Qada xebatên şoreşgerî û çalakiya jinan teng dibe. Di roja meya îro de mafê herî bingehîn ê jiyanê weke mafê kar û perwerdê û mafê cil û berg li xwe kirinê tê tunekirin, ew wehşeta heyî, qada bê ewle û xizanî jiyana gel tarî kiriye, hêviya jinan û têkoşîan wan berdewam dike. Em weke jin dengê xwe di her pencereyê de li dijî faşîzma olî ya Talîbana xulamê emperyalizma Amerîka bilind dikin û têkoşînê dikin. Bi îlhama ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û Tevgera Kurdistanê girtî, em serbilind in ku mil bi mil têdikoşin.

Ji bo we xwişkên me yên giranbuha bi hezkirina bê dawî.”