7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd li Saratovê tecrîd şermezar kirin

Jinên kurd li herêma Saratov a Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 10’e Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên kurdan ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Heta niha bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazname dane CPT, Konseya  Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan berdewam dike. Jinên Kurd ên li navçeya Dergecî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li ser navê jinên kurd Tavra Abdullaeva daxuyanî da û xwest hemû jinên kurd li ber tecrîdê rabin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.