3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Minbicê: Em ê li ser rêça Hevrîn Xelef bimeşin

Jinên Minbic û gundewarên wê Hevseroka Partiya Sibêrojê Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê ya 4′an de bi bîr anîn

Endam û rêveberên partiyên siyasî û meclisa jinan a Zenûbiya bi boneya bîranîna Sekretera Partiya Sûriya Siberojê Hevrîn Xelef li Minbiç, Tebqa û Kobanê bername li dar xistin.

Minbiç 

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ji bo bîranîna Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef merasîmek li dar xist. Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Mihemed behsa têkoşîna şehîd Hevrîn kir û wiha got: “Şehîd Hevrîn li pêş çavên tevahî cîhanê hate suîqastkirin. Lê îro Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê.”

Dûre findhatin pêxistin û beşdaran got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarê rêça wan bin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra El Hamid jî axivî û wiha got: “Kesayeta Hevrîn kesayeteke xurt bû û bi vîn, zanabûn û rêxistina xwe ya siyasî karî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bibe û bibe xwedî vîn û hêzeke siyasî ya xurt. Ji lew re bi destê dewleta tirk hate sûîqastkirin.”

Nûra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin. Ev kiryar îsrara jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûcdaran zêde dike.”

Tebqa

Li Tebqayê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi heman armancê merasimek pêk anîn û Hevrîn Xelef bibîr anîn.

Kobanê

Endam û nûnerên patiyên siyasî ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li navçeya Sirîn a Kobanê daxuyaniyek da û Xelef bibîr anî.