7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Şengalê Viyan Caf bibîr anîn

TAJÊ li navenda Şengalê, Viyan Caf di 18’emîn salvegera şehadeta xwe de bibîr anî, di bîranînê de diyar kirin ku vîna jina azad xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Apo.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, Viyan Caf di 18’emîn salvegera şehadeta xwe de bibîr anî. Li navena Şengalê jina têkoşer û canfeda Leyla Walî (Viyan Caf), di 18’emîn salvegera xwe de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate bibîranîn. Bîranîn bi kombûn û amadebûna jinên Şengalê û endamê meclisên jin yên Tilezêr û Sibayê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên tevgera azadiyê destpê kir.

Piştre li ser mijarê endama Koordinasyona TAJÊ’ê Neam Bedel axivî, di şexsê Şehîd Viyan de tevahiya şehîdên tekoşîna azadiyê bibîr anîn û got: ”Em wek jinên Şengalê û tevahiya gelên bindest her dem deyndarê keda wan şehîdanin ku ji bo me pêşeng bûn. Em wek gel bi saya wan pêşengan îro li ser lingê xwe sekinîne û dikarin rêxistina xwe mezin bikin. Di her gaveke ku em ji bo xwe rêxistinkirinê de bavêjin li ser xeta şehîdan, ew dibe bîranîna şehîdan.

Neam Bedel balkişand ser mezinbûna rêxistina jin û da diyar kir van hevalên şehîd xeta xwe ya azadiyê emanetî me kirine, barê wan jî niha li ser milê me ye û pêwîste em nehêlin di tekoşîna azadiyê de ku bi pêşengiya şehîdan destpê kir de valahî çêbibe. Her kesekê ku xwe welatparêz dibîne divê li keda şehîdan xwedî derkeve.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan hate temaşekirin û bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.