3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila hemû partî û sazî dengê me bibhîzin’

Nobeda Edaletê ya Amedê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin di roja 149’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan li ber deriyê Saziya Tibê ya Edlî (ATK) kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, HDP û DBP’ê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de diya Ciwan Boltan Nazîme Boltan hêrsê xwe anî ziman û wiha got: “Em edaletê dixwazin. Ji ber cenaze ji girtîgehan derdirevin em li ber deriyê ATK’ê ne. 5 meh in em ji partiyan û saziyan daxwaza piştgiriyê dikin. Mafên zarokên me tên binpêkirin.”

Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî anî ziman ku ev berpirsiyarî ne tenê berpirsiyara malbatên girtiyan e û wiha got: “Bi mehane em li her derê dengê xwe bilind dikin. Bila hemû partî û sazî dengê me bihîzin. Çawa ku dema hilbijartinê hemû partiyên siyasî dibin yek bila di vê mijarê de jî bibin yek. Em mirinê naxwazin. Em ji bo zarokên xwe jiyanê dixwazin.” Çalakiya malbatên girtiyan bi dirûşmeya “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.