15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden ji nişke ve serdana Ûkrayna kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden bêyî ku ragihîne ji nişke ve serdana Ûkraynayê kir û bi serokwezîrê Ûkraynayê Volodemir Zelensky re hevdîtin pêk anî.  

Di 24’ê Sibata 2022’yan de Rûsya li dijî Ûkrayna şer îlan kir û dest bi êrîşeke mezin kir. Di vê pêvajoya ku salvegera êrîşa Rûsyayê nêz dibe de Serokê Amerîkayê Joe Biden bêyî ku ragihîne ji nişke ve serdana Ûkraynayê kir. Biden li paytexta Ûkrayna Kîev ji aliyê serokwezîrê Ûkraynayê Volodemir Zelensky ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku gihîşt Ûkraynayê Biden li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û ev tişt got: “Di dema ku em nêzî salvegera dagirkirina hovane ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dibin de, ez îro li Kyivê me da ku bi Serok Zelensky re bicivim û pabendbûna xwe ya ji bo demokrasî, serwerî û yekparçebûna axa Ukraynayê dupat bikim.”

Her wiha Biden, bi bîr xist ku salek berê dema ku Pûtîn li dijî Ûkraynayê şer îlan kiriye û wîha got: “Putîn êrîşî Ukraynayê kir, wî digot qey Ûkrayna lawaz e û rojava parçe bûye. Lê ew gelekî xelet bû.” Biden, destnîşan kir ku piştgiriya ew didin Ûkraynayê wê bi hevkarên wan re berdewam be.