7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ka çakêtê te?

Çîraka zilamê taxê yê diçe mizgeftê û çîroka çakêtê wî rastiya bûyerên civakî û serpêhatiya gelek mirov tîne ber çavan.

Rojekê zilemek ji taxa Xançepakê, navenda Ameda rengîn, roja înê diçe mizgeftê, da ku limêja xwe ya înê yanî ya xudbê bike, ji bo ku gunehê xwe yê wê hefteyê bide efûkirin.

Zilam diçe hewşa mizgefta mezin, herdu milê xwe hildike hetanî enîşkê û dev û rûyê xwe dişo û di ber xwe de dike pistepist, duayê destmêjê dibêje, li gorî zanebûna xwe.

Destmêja xwe digire derbasî hundirê mizgeftê dibê, qameta xwe digire û limêja xwe dike.

Limêja înê bi dawî dibe, cemaet belav dibê.

Ew li dawiya herkesî dimîne destê xwe li ber Xwedayê xwe vedike.

–Xweda ez gorî te, ma ez jî ne evdê te me, ma te ez anîmê vê dinyayê tu çima qismetekî bo min naşînî? Ma qey ez ne wek Şêxmûsê Evdêl im?

Tu her roj ji bo wî qismetan dişînî.

De îro ji boyî min jî qismetekî bişîne Xwedê!

Duayê xwe dike û demekê xwe di mizgeftê de dirêj dike, xwe li viyalî û wîyalî digevizîne û paşê radibe ser xwe, tam derdikeve ber derî, bala xwe didê ku çakêtek nû bi singilkê ber deriyê mizgeftê de bi dar ve ye û ji wî pêve kesî din li mizgeftê nemaye.

-Hey Xwedê ez gorî te, wey mala te hezar carî ava, ma te çi zû dengê min bihîst?….

Radihêje çakêt li vî alî û wî alî di qelibînê, bêrîka çakêt di pelîne, bêrîk    vala ne.

Hema çakêt li xwe dike û berê xwe dide malê.

Tê malê hevjîna wî lê dinêre ku çakêtek nû li hevjînê wê ye û hat malê.

Jinik li dorê çû û hat, li çakêt nêrî û li ser çavê hevjînê xwe nerî û got:

— Ruhê min pîroz be. Ev çakêt jî ku hat?

Mêrik keniya û bersiva hevjîna xwe da.

— Min kirî, Jiyana min…

Jinikê pirsî:

— Te bi çi kirî ruhê min.

Mêrik got.

— De nepirse lê, min bi çi kirî kirî !!!

Jinikê tiştek negot.  Çend roj derbas bûn, Cardin bû roja înê. Mêrik rabû çû mizgeftek din.

Destmêja xwe girt û derbasî hundurê mizgeftê bû, çakêtê xwe bi singilkê ber derî ve, bi dar vekir û qameta xwe girt û limêja xwe kir.

Limêja xwe qedand û dema derket ber derî ,nerî ku çakêt tune. Virde wê de geriya, Xwedê çakêt bide, bû wek pariyek nan û ji holê winda bû.

Mêrikê reben bi xemgînî û dilşikestî berê xwe da malê.

Dema jinik çav lê ket ,hat pêşiyê û got.

– Kuro ka çakêtê te?

Mêrik li erdê nerî û got.

– Min firot !!! jinikê  bi çavên  matmayî lê nerî û gotê.

-Te bi çi firot?

Mêrik bi dengekî nizm û şermok, bersiva wê da û got.

-De min bi çi kirîbû min bi wî firot..

Belê xwînerên hêja.

Tiştê ku bê ked were holê her bê qîmet e.

Her wiha ji berê de pêşiyên me gotine: Ku tu newestî, her vala ye destî.

Her wiha gotine: “Kesekî bi xweziya ranehiştiye cotê keziya û gotine, kedkarê mala xwe şêrînê ber dilê xelkê.”