3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kampanyaya azadî û xweparastinê didome    

Li Şengalê jinên êzidî kampanyayên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” berdewam dikin.

Li Şengalê jinên êzidî hem kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û hem jî kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” dimeşînin. Ji bo jinan armanca her du kampanyayan ji bo guherîn û azadiya civakê girîng e.

Jinên êzidî di her xebatên xwe de bi yek dengî dibêjin “Bi naskirina fikir û felsefeya Abdullah Ocalan çavên xwe vekirine. Fikrên wî ne tenê Şengalê dê hemû cîhanê û gelên bindest azad dike.” Jinên êzidî li ser vê bingehê kampanyaya xwe ya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” dan destpêkirin. Kampanyaya ku di 8’ê Adarê de hat destpêkirin dê heta 3’yê Tebaxa 2024’an ango heta salvegera 10’emîn a fermanê bidome.

Kampanyaya ku di asta cîhanî de dest pê kir û xwe gihand gelek jinan. Ji bo di asta cîhanî de qirkirina jinên êzidî bê naskirin, ji bo pêşilêgirtina fermanan û ji bo têkoşîneke hevbeş a di nav jinên cîhanê de pêşbikeve ev kampanya girîng e. Ji bo jinên êzidî xwedîderketina li kampanyayê, xwedîderketina li azadiyê ye. Jinên iraqî bi saziyên xwe û bi rêya daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ya kampanyayê aşkera kirin û diyar kirin ku rêya azadiya jinê bi yekîtiya jinan pêkan e.

Jinên êzidî di her çalakiyên xwe de li ser girîngiya yekitî, rêxistinbûn û hewcedariya xweparastinê disekînin û bang li hemû jinan dikin ku azadî bi rêxistinbûnê pêk tê.