19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karamûs: Em statuyeke fermî dixwazin

Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansa ku bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tê lidarxistin û got, "Em Kurd êdî li çar parçeyên Kurdistanê statuyeke fermî dixwazin."

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê têne ragirtin û ji ber zext û êşkenceyê 44 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyek da.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ragihand ku nêzî 5 sal in du ciwanên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bi sûcê kuştina endamekî rêxistina îstîxbaratê ya tirk (MÎT) a li Hewlêrê tên girtin û got: “Desthilata ku xwe weke desthilateke Kurdî dibîne, ji bo pêkanîna daxwazên dewleta tirk cezayê darvekirinê li van du ciwanên Kurd birî ye. Tenê cezayê van ciwanan ew e ku tola terorê û kuştinên dewleta tirk ên ku li Başûrê Kurdistanê hilaniye, yek ji serçeteyên tora terorê ya Tirkiyeyê ceza kiriye. Cezayê darvekirinê yê li herdu ciwanên Kurd hatiye birîn dûrî pîvanên Kurdbûn, niştimanî û mirovatiyê ye.”

KCK’ê destnîşan kir ku ew endamên MÎT’ê yên destê wan di şehadeta bi dehan şoreşgerên Kurd de heye li hemû beşên Kurdistanê, bi taybetî li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê ku lêpirsîn û astengiyek bê nîşandan bi dilê xwe digerin. KCK’ê wiha domand: “Başûrê Kurdistanê tije kamerayên çavdêriyê ne, hemû tevgeran qeyd dike. Sîxûrên MÎT’ê li nava rojê şoreşgeran li kolan û cihên kar qetil dike, hêzên ewlekariyê wan nagire û bi hêsanî direvin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku PDK rijandina xwîna Kurdan a bi destê dezgeha MÎT’ê helal dibîne. Li aliyê din qebûl nake çend ciwanên Kurd ên welatparêz sîxûrekê ceza bike, li ser wê jî di nava çend hefteyan de cezayê sêdareyê lê bibire. Eger ku cezayê sêdareyê li hinekan bê birîn divê li ew Baasiyên kevin, DAÎŞ’î û musteşarên ku destê wan di xwîna sedan hezaran Kurdên bêguneh de hene bên dayîn. Li şûna ku ev bên cezakirin, ji aliyê PDK’ê ve tên parastin, cihên herî giranbiha û zeviyên bi nirx ên li Başûr ji bo wan tên veqetandin ku ji bo xwe proje lê danin, henekên xwe bi bîr û baweriya dîrokî ya gelê me bike.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bal kişand ser êşkence û rêbazên tundiyê yên li Dag û Er tên kirin û got: “Cezayê sêdareyê nebes e, niha her du xistine di bin çavdêriyeke dijwar a zextê û êşkenceyê fîzîkî û derûnî. Ev her cûre êşkence û rêbazên tundiya derûnî ew e ku dewleta tirk li ser girtiyên Kurd dike. Ev cûre êşkence ji bo şikandina vînê, ji bo bêrûmetkirin, kuştin û sêdaredanê ne. Asta herî bilind a vê siyasetê salên 1980’î li Zindana Amedê li ser Kurd û azadîxwazan hatibû kirin. Li dijî vê siyasetê li Zindana Amedê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz berxwedaneke heybet raber kirin. Ji zindana Xelan bigire heta Zindana Akrê û Hewlêrê, PDK bi vê hişmendiyê û siyasetê li ser welatparêz û şoreşgeran vê nêzîkatiyê raber dike. Li gorî hiqûqa dewleta Tirk tevdigere. Ji êşkencekirina û kuştina Seîd Elçî bigire heta Silêman Mûînî û sedan mînakên weke vê PDK kiriye ku dagirker çi xwestine ew kirine.”

KCK’ê wiha domand: “Îro jî bi heman hişmendiya Tirkiye êşkence û zextê li Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er dike. Ji bo pêşîgirtina vê Dag û Er ev cara sêyemın e ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Du carên pêşî li ser wê yekê ku PDK soz dabûn ku daxwazên wan bi cih bîne, dawî li çalakiya xwe anî bûn. Mixabin PDK xwedî li gotinên xwe derneketin, daxwazên wan bi cih neanîn. Berovajî zext zêdetir kirin. Ji bo wê ye ku îro 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Her diçe rewşa tenduristî û jiyanî ya wan xirab dibe. Tevî hemû bangawaziyan, bi taybetî banga malbatên wan, PDK li ser siyaseta zext û êşkenceyê ya metirsiyên cidî li ser jiyana wan vedike, israr dike.

Em li vir radigihînin ku PDK ji jiyan û tenduristiya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er berpirsyar e. Divê berî rewşek ne li bendê rû bide, tavilê dawî li vê siyaseta zextê û dawî li sepandinên daxwazên dewleta tirk a ku li ser van herdu ciwanên bîne. Bang li hemû saziyên mafê mirovan, li ser asta navneteweyî û Iraq û Kurdistanê, rewşenbîr, kesayetên siyasî, nîştîmanperwer, hemû hêzên siyasî û Kurdistanî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê li dijî siyaset û reftarên PDK’ê.”