17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karker ji bo azadiya kedê û Abdullah Ocalan qêrîyan

Bi hezaran kedkar û karker li Wanê tev li mîtînga 1'ê Gulanê bûn û ji bo azadiya kedê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwazên xwe anîn ziman.

Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de pêk hat. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê civîyan. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” , “Bijî Serok Apo” , “Ked ya me ye, gotin ya me ye” , “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.

Qada ku bi hezaran kedkar herikînê tejî bû û li qadê pankartên “Jina xwe bi rêxistin dike, civakeke azad e” , “Kurdbûna teqez û jiyana azad rastiya ebedî ye”, “Dem dema rizgarkirina rojê ye”, “Ne Spartakus weke me jiya ne jî Che weke me şer kir”, “Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe, yê xweşik dibe tê hezkirin” vekirin. Mitînga ku ji bajarên Serhedê jî kedkar beşdar bûn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi axaftin û guhdarkirina muzîkê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di mitîngê de axivî, wiha got: “Li Kurdistan Tirkiyeyê kedkar di çavên desthilatê de weke dijminan tên dîtin. Li dijî zilmê çareyeke me heye; hevrebûna gelan. Heke em dest bidin hev em ê bikarin li dijî zilmê mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin. Gelê Wanê çawa li ber xwe dabe divê hemû gel bibin yek û li ber xwe bidin. Heke ev yekitî çêbibe em dikarin wan têk bibin. Dem dema vê têkoşîna me ya bi salan e didome bi aştî û azadiyê tacîdar bike ye.”

Bayindir, bal kişand ku budçe ji şer re tê veqetandin û wiha berdewam kir: “Li dijî gelê kurd çi tiştê wan hebe di şer de xerc kirin. Heke meseleya kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê li welat krîz berdewam bike. Divê hûn vê meseleyê jî bi birêz Ocalan re çareser bikin. Têkoşîna me çareserkirina van pirsgirêkan e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev şer kûrtir bibe.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li welat bêkarî û xizanî ye û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon mirovan di sînora birçîtî û xizaniyê de dijî. AKP li qesran hemû çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe dike û ji karker û kedkaran re jî xizanî û birçîtiyê rewa dibîne.”

Hatîmogûllari bi lêv kir ku yek ji sedema herî mezin a kêmbûna para karkeran a li Tirkiyeyê polîtîkayên şer û pevçûnê yên dewam dikin e û wiha domand: “Vê hikûmetê bi tank, top, fîşek û çekan bersiv da daxwazên me yên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ku zêdeyî 40 sal in li vî welatî dewam dike. Jinekê got ku ka li bazarê pîvazek çiqas giran e. Erdogan jî got ku ‘tu dizanî ka fîşekek bi çiqasî ye?’ Ji jina ku got kartol, pîvaz biha ne, em nikarin ji zarokên xwe re xwarinê çêbikin re bersiva serokkomar bû bihayê fîşekê. Ey Erdogan em bihayê fîşekan nizanin. Em naxwazin bizanin jî ji ber ku em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Li dijî feraseta şerxwaz ku dixwaze di navbera kurd û tirkan de cihekariyê bike em dibêjin aştî. Heke pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bawer bikin dê ew budçeya mezin ji karkeran re bimîne û dê para me jî zêde bibe.”

Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ji Wanê ji gelên Tirkiyeyê, ji xwişk û birayên xwe yên tirk re bang bikim; Hûn kîjan çalakiyê li dar bixin ji bo ku wan asteng bikin dibêjin ‘teror’. Karkerên kurd û tirk ji hev vediqetînin. Lê para, kurd, tirk, ereb hemû gelan bi heman awayî biçûk dibe. Li dijî vê feraseta, ku hewl dide hevgirtina karker û kedkaran û hevgirtina navbera gelan ji holê rake, wezîfeya me ya herî mezin ew e ku em hevgirtinê bêhtir mezin bikin. Heke em bi hev re birçî bimînin, bi hev re tî bibin em ê bi hev re têbikoşin.”

Mitîng bi derketina ser dikê ya Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna bi dawî bû.