2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên DEDAŞ’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Karkerên DEDAŞ'ê ku ji ber daxwazên mafên xwe çalakî lidarxistibûn, bê tazmînat ji kar hatin derxistin, ji bo li karê xwe vegerin û mercên wan ên kar bên sererastkirin, li ber DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Karkerên Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan bi daxwaza sererastkirina şert û mercên xebatê, kêmkirina heqdestên wan û naskirina mafê sendîkayê ji kar hatin avêtin, ji bo ji nû ve li karên xwe vegerin li ber DEDAŞ’ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Karkerên ku di pêşengtiya Enerjî-Sen a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de li ber DEDAŞ’ê hatin ba hev, li vir dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiya ku Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî piştgirî dayê de, karkerên li ber dahol û zirneyê govend gerandin, her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Karkerên Enerjî-Senê ne bitenê ne” hatin berzkirin. Personelên DEDAŞ’ê jî bi çepik û korneyên wesayîtan piştevaniya karkeran kirin.

‘Divê mexdûriyet bên çareserkirin’

Serokê Şaxa DÎSK-Genel-Îşê ya Hejmara 2’yan a Amedê Behcet Barut ê di çalakiya ku pankarta “Bila karkerên ji kar hatine avêtin li karê xwe vegerin” hate vekirin de axivî, wiha got: “Em li cem hevalên xwe ne. Em her gavên ku dê karsaz biavêje dişopînin. Rê li pêşiya hevalên me yên bi salane vî bajarî ronî dikin, tê girtin ku derbasî sendîkaya ku mafê wan ê destûra bingehîn e bibin. Li vir hevalên me di bin sînorê xizaniyê de ne. Divê ev mexdûriyet di zûtirîn demê de ji holê bê rakirin. Heta ku hempîşeyên me yên ji kar hatine derxistin ji nû ve bên vegerandin, wê piştgiriya me bidome.”

‘Tenê em doza mafê xwe dikin’

Karkerê bi navê Mazlûm Bariş ê ji Şirnexê hatiye wiha got: “Me wekî personelên DEDAŞ’ê dest bi rêyeke jêneveger kir, em dixwazin weke mirovan bijîn.” Bariş, diyar kir ku heta şertên wan ên xebatê bên başkirin wê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Tenê tişta me heq kiriye dixwazin. Cihê lê demokrasî nebe azadî jî nabe. Em ê li Tirkiyeyê bibin dengê kesên dixwazin mafên xwe bigirin. Heta ku hevalê me yê dawî jî li karê xwe venegere em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Ya tê kirin bê exlaqî ye’

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê Şiyar Guldîken jî wiha got: “Ya tê kirin bêhiqûqî ye, bêexlakî ye. Pêşeroja vî welatî ne patron, karkerên bi keda xwe dixebitin in. Patron tarîtiya vî welatî, kedkarên birûmet jî rûyê ronahî ne. Heta ku ev bêhiqûqî biqede weke KESK em ê mil bi mil bi karkeran re têkoşînê bidomînin.”

Sekreterê Giştî yê Enerjî-Senê Emîn Atsiz jî diyar kir ku mafê karê sendîkayî ku mafê karkeran ê destûra bingehîn e, ji aliyê patronên enerjiyê ve hatiye girtin û wiha got: “Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan karsaz bi awayekî dij hiqûqî hevalên me yên karker bi qoda 49 ji kar derxistin. Me têkoşîna hiqûqî da destpêkirin.”

‘Teqez em ê biserbikevin’

Atsiz, ê banga “Vê bêhiqûqiyê rawestînin” li karsazan kir, bi bîr xist ku têkoşîn her tim serdikeve û wiha got: “Têkoşîn her tim rêya me ronî dike. Em ê teqez serbikevin.”

Karker, Abdullah Gezer ê ji navçeya Bêrecûx a Rihayê hatiye jî wiha got: “Ev şerê nan e. Em ê bi berxwedanê qezenc bikin.”

Karkeran piştî axaftinan li ber DEDAŞ’ê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Çalakî didome.