18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kasim Firat: Huda Par talûkeyeke mezin e

Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat anî ziman ku ji ber polîtikayên dewleta tirk ên înkarê nayên guhertin ew bang li kurdan dike ku di nava xwe de heq, hiqûq, edalet û yekîtiyê pêş bixin û got: "Huda Par talûkeyek mezin e."

Serokê Komeleya Şêx Seîd  Mehmet Kasim Firat, der barê polîtîkayên Tirkiyeyê û rewşa kurdan de nirxandin kir. Kasim Firat, anî ziman ku li dijî kurdan sanaryoyek hatiye amadekirin û wiha got:  “Bingeha vê senaryoyê di sala 1639’an de bi peymana Qesrî Şîrîn hatiye avêtin. Bi vê peymanê li ser kurdan û di erdnîgariya kurdan yek lîstik hatiye amadekirin. Ev lîstik bi tesîra hêzên emperyalist, îngiliz û Ewropa hatiye amadekirin. Ji wê demê heta niha kurd parçe kirine.”

Firat, da zanîn ku hin caran otonomi dane, hin caran kirine şirîkên xwe û li gel dijmin şer kirine û wiha axivî: “Wekî şerê Milazgîrê û Çanakkaleyê, li ku pêdivî dîtine kirine hevkarên xwe. Beriya Komarê hêzên Emperyal ên wekî Ingilistan, Fransa, Almanya û hêzên dîtir dîtin ku nikarin dewleta Osmaniyan bi halê heyî îdare bikin li dijî Osmaniyan biryarên nû girtin. Di nava Osmaniyan de Cemiyeta Jon Tirkan ava kirin. Jon Tirk hatin li Stenbolê cihê ku Osmanî serwer e xebat kirin. Heta nêzî 1900’î xwe bi rêxistin kirin. Piştre Îtaat Terakî ava kirin. Di nav de hin kurdan jî cihê xwe girtin. Kurdan heta salên 1910’an di nav Îtaat-î Terakî de cih girt, lê dîtin ku di nava vê rêxistinê de şovenizm heye. Dîtin ku înkara kurdan heye. Kurd ji vê tevgerê qetiyan û ji xwe re komele çêkirin. Kurd Tealî Cemiyetî, Yekîtiya Jinan û çend komeleyên din ava kirin. Kurdan dît ku ji komeleyên tirk û osmaniyan tu fêde tune û pêwîste bi serê xwe rêxistinê  ava bikin.”

Komar tirk têjika Îtaat-î Terakî ye

Kasim Firat, da zanîn ku piştî Îtaat-î Terakî Komar ava bû û wiha got: “Komar têjikê Îtaat-î Terakî ye.  Ev jî di kontrola emperyalên wekî Fransa, îngilîzan e. Ev jî ji kesên şoven û xwînmij hatiye avakirin. Heta dawî di xizmeta hêzên emperyal ên ewropa de bû. Hemû hesabên wan li ser dagirkirina kurd û Kurdistanê bû. Di dema avakirina Komarê de hin kurdan di navde cih girtin. Lê Şêx Seîd tu carî piştgirî neda komarê û di navde cih negirt. Dema nû komar hat avakirin, hinekî hiqûq nas dikir. Germ nêzî mafê kurdan dibû. Di zagona 21’an de hiqûqa kurdan jî nas kirin. Lê piştî xwe bi hêz kir, dest bi nijadperestiyê kir. Di 1924’an de zagonek nû derxist. Li ser înkar u îmhayê ava bû. Got hemû kesên li vî welatî dijîn tirk in, zimanê wan tirkî ne. Hemû medrese û saziyên perwerdehiya kurdî girtin û hemû hebûnên kurdan înkar kirin.”

Kurd bi Cemiyeta Azadî re bûn yek

Kasim Firat, da zanîn piştî zagona înkar û îmhayê, kurdan di nava xwe de yekîtiyek ava kir û Cemiyeta Azadî 1921’an ava kir. Xwendekarên kurd di navde cih girtin. Gelek mirovên leşkerî û rewşenbir jî di nava vê komeleyê de cih girtin. Şêx Seîd ne endamê cemiyetê bû. Lê mutefîk bû. Piştgiriya maddî û manevî dida wan. Di sala 1924’an de dewletê dît ku kurd bi hêz dibin û tifaqa xwe xurt dikin, gelek sazumankarê Cemiyetê derdest kirin. Xwestin Şêx Seîd jî biçe. Lê Şêx Seîd neçû.  Dema Mustafa Kemal tê Erziromê, hevlingê Şêx Seîd, Kasim Beg ku mîralay e, diçe bi Mistefa Kemal re hevdîtinê dike. Xalit Bek vê rastiyê bi nameyekê ji Şêx Seîd re dinivîse. Li ser vê yekê Şêx Seîd dibêje, dest ji karê xwe berde û were welatê xwe. Di encamê de Şêx Seîd tu carî baweriya xwe bi dewleta Osmanî jî û bi Komarê jî neanî.”

Şêx Seîd teslîmî Mustafa Kemal nebû. Piştî pêşengên kurdan li Stenbolê kom dibin, biryar didin ku Şêx Seîd bikin mebûs. Di 4’ê çileya 2024’an de li gündeki Şûşanê kongreyê çêdikin. Nêzî 200 kesên pêşeng beşdar dibin û Şêx Seîd wekî Serokê xwe îlan dikin.  Serhildanê jî wekî cîhadê pênase dike. Ji hemû bajarên derdorê re name dişine û dixwaze beşdarî cîhadê bibin. Ji Xarpêtê heta xwe digîne Pîranê bi gel re civînan çêdike. Li ser armanca xwe bi gel re civînan dike. Li Pîranê provokasyon çêdibe. Piştî bûyera li Pîranê wezfa xwe diguherîne. Heta wê demê Wekî Serokê Şoreşê pênase dikir. Piştî bûyerê wekî xizmetkarê şoreşê xwe da nasîn. Ew qas mirovekî mutewazî bû. Got ‘ez xulamê şoreşgeran im. Mixabin bi îxaneta navxweyi serhildana wî bi encam nebû.

Mehmet Kasim Firat, der barê banga kurdan de jî nirxandin kir û wiha got: “Dema mirov nexweşiyekê tam tespît neke, nikare derman bikin. Ji Hekîmê Lokman pirsîne gotine ‘Te ev hunera xwe ya dermankirinê ji ku girtî ye?’ Dibêje  ‘Min ji mirovên kor girtiye. Min meze dikir ku dema gava xwe davetin, heta binê piyê xwe sax dikirin piştre gava din davêtin. Dema ez li mirovekî nexweş mêze dikim, ewil li cihê wî yê xweş tespît dikim heta digêjim cihê nexweş.’

Sed sal in kurd tên kuştin

Yê me jî ev 100 sal in em peyamê didin tirkan. Me malê xwe û baweriya we da. Em hatin kuştin. Lê dagirkerên ceberûd, her tim polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin. Kurdan bi dehan caran destê aştiyê dirêjî wan kir. Çima ez careke din ji wan merhametê bixwazim. Çima careke din bixwazim destê xwe dirêjî min bike. Ji bo vê yekê banga min ji kurdan re ye. Kurdên xayin, kurdên hestîkoj, kurdên xwefiroş, kurdên li pey meqam û mewqiyan em pir êşandine. Pir zerar daye me. Êşa min kurd in. Divê em peyamê bidin van kurdên xwe firoş û xayîn. Divê em bibin yek û dersê ji dîrokê derxin. Em hev bigirin. Dijminê me li çar parçeyan yek e. Ev sed sal in kurd tên kuştin û sed sal in dagirker kurdan dikujin. Divê êdî ji vê yekê dersê bigirin. Bila kurd ji hev re hurmetê nîşan bidin. Bi edalet  û wekhev bin. Bi edalet û hiqûq bin. Nifşekî nû heye. Divê li gorî nifşên nû û cihana nû biryaran bigirin.

Li çar parçeyan dijmin yek e

Kasim Firat, xwest kurd Şêx Seîd ji bo xwe bikin mînak û wiha lê zêde kir: “Peyama min ji gelê kurd re ye. Bibin yek. Hurmetê nişanî hev bidin. Îxaneta navxweşî nekin. Li çar parçeyan bibin yek.”

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, li ser lawaziyê kurdan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Nexweşiyek tevahî heye. Ezîtî, ez ezî pir heye. Hevdû nexwestin û hev heqebûlkirin zêde ye. Bira bira qebûl nake. Birayê jêr, dest dirêjî mirayê jor dike û kaş dike. Dibêje ‘Ez çawa wî têxim bine xwe’. Sedema duyemîn dagirkerên kurdan xurt in. Xwedî dewlet in. Îran 4 hezar sal dîroka wan heye. Tirk hezar sal dîroka wan heye. Tecrubeya wan a dewletî heye. Şer kirine, axa xelkê dagir kirine. Wan xelk kuştiye, xelkê ew kuştine. Dijminê kurdan xedar e. Ji ber vê yekê divê kurd berî her tiştî di nava xwe de hiqûqê ava bikin. Kurd di nava xwe de hiqûq û edaletê ava nekin, nikarin ji cihekî din hixuqê bixwaze.”

Dewlet dibêje ez nayêm guhertin

Kasim Firat li ser tecrîdê jî rawestiya û ev agahî dan: “Biryara darvekirina Abdullah Ocalan di salvegera dîroka darvekirina Şêx Seîd de dan. Dibêjin ‘Binerin ha, min di 29’ê Hezîrana 1925’an de jî we kuşt û di 1999’an de jî we dikujim darve dikim. Dewlet dibêje ez ev im. Min ji bîr nekin. Divê em li hemberî  vê rastiya dewletê hişyar bin. Divê em êdî bi teferuatan mijûl nebin. Yê ku vê alozî û nakokiyan dixe nava me dewlet e. Dewleta kemalîzm hov e. Heta ku kurdên meyxanê û kurdên mizgeftê milê xwe nedin hev û bi hev re nemeşin bi ser nakevin. Divê hemû mezlûm destê xwe bidin hev û bi hevre bimeşin.

Tecrîd, şer û qeyûm tev yek e

Têkiliya şer, tecrîd û qeyûm tev yek in. Hemû bi hevve girêdayî ne. Hemû encama hovîtiya tirkan û dagirkeran e. Divê em li dijî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin. Ji xwe karê wan ew e. Karê wan ceberûdî û hovîtî ye. Qeyûm ne li gorî qanûn e.

Firat li ser yekîtiya kurdan jî rawestiya û wiha got: “Heta niha yekîtiyek çênebûye. Divê yekîtiyek çêbibe. Ji bo yekîtiyê divê komîsyonek li ser hemû partî û rêxistinan ava bibe. Divê ew komîsyon xwedî heq û edalet be. Divê hemû partî û parçeyan wekî hev bigire dest. Heq, hiqûq û edalet pêre hebe. Divê karibe wekî misyona Şêx Seîd tev bigere. Divê hemû partî li gotinên wan xwedî derkevin û piştgiriyê bidin wan.

Pergalê Huda Par kiriye tevgerê

Firat bal kişand ser talûkeya li pêş kurdan û wiha bi dawî kir: “Ez niha Huda Parê wekî talûke dibinim. Pergal wê wekî amûr dibîne û xistiye tevgerê. Dixwaze li dijî kurdan şerekî pêş bixe. Dixwaze li dijî kurdan bide şerkirin. Dixwaze dîsa wekî berê hêza Hîzbullah ava bike û hêza hîzbûllah û kurdên şoreşger bîne beramberî hev. Dixwaze kurdan berdin hev. Divê her kes hesas û baldar bin. Mixabin gotina me pere nake. Ev 3-4 sal in bi mîsyona Şêx Seîd li hemû partiyên siyasî digerim. Lê gotina min pere nake. Em dibêjin li hev guhdar bikin. Kêmasiyên hev bi  awayekî dîplomatîk ji hevre bêjin. Di nava hev de edalet û wekheviyê ava bikin. Divê hemû partiyên çar parçeyan li hev guhdar bikin. Divê kesên di komîsyonê de cih digirin dijminê xwe nas bike û ji aliyê her kesî ve bên qebûlkirin û esas bên girtin.”