4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keça Pêşewa Qazî Mihemed, Suhêyil Qazî koça dawî kir

Li gorî agahiyên ku nivîskar Kakşar Oremar li ser malpera xwe ya dijîtal par vekiriye roja 24 sibatê Suhêyil Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kiriye.  Suhêyil Qazî di sala 1941’ê de li rojhilatê Kurdistanê bajarê Mehabadê hatiye dunyayê.

Nivîskar Kakşar Oremar koçkirina Suhêyil Qazî li ser malpera xwe ya dijîtal parvekiriye û der barê wê de wiha gotiye: Jinek wek lîdera, dayîkek bi qasî cîhanekê dilovan, xanimek zana û şopînera doza bavê xwe yê nemir Pêşewa Qazî MIhemed û dayîka xwe ya têkoşer Mîna Qazî.

Weke jineke navdar pirî caran bû mêvana bernameyên min yên li ser bîranînên komara Kurdistanê. Herî dawiyê di bernama ” Navdarên Kurd” de bû mêvana Stêrk TV û li ser pêvajoyên jiyan û xweziyên xwe axivî.

Em sersaxiyê ji hemû malbata rêzdar Qazî Mihemed û hemû endamên malbata wê dayika hêja û ezîz re dixwazin. Heyf û mixabin ku wê gelek xwezî bi xwe re birin nava dilê axa sar, lê girnijîn, rûrastî û şîretên wê yên daykane qet û qet ji bîr naçin.