3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kêlî bi kêlî bîlançoya qurbaniyên erdhejê girantir dibe

Nûçegihanên Çapemeniya Azad  ji bajar û navçeyên  Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê kêlî bi kêlî, geşedanên têkildarî rewşa erdhejê radigihînin

Li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê sibatê de du erdhej bi pileya 7.7 û 7.6 çêbûn. Erdhejê bandor li ser Mereşê û 9 bajarên din kirin û hejmara miriyên di erdhejê de zêde dibin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li herêmên erdhejê Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Erdogan ê sê roj şûnve çû herêmên erdhejê û heqaret li mexdûrên erdhejê û muxalefetê kir û kesên kampanya hilbijartinê bi rê ve dibin, kir hedef.

Bi ragihandina OHAL’ê re gefên li dijî rojnamevan û kesên kampanyayên ji bo hilbijartinê bi rê ve dibin zêde bûn. Duh li gel ku rojnamevan hatin binçavkirin jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ji Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê geşedanên têkildarî rewşa erdhejê radigihînin.

14.21 – Alîkariya Botanê gihîşt Dîlokê

TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatibûn şandin gihiştin Dîlokê. Alavên pêdiviyan ji hêla Maseya Krîzê ya HDP’ê ve bi awayekî organîzeyî tên belavkirin.

14.13 – Li Hataya ku kareseta erdhejê lê çêbûye tîm û amûrên rizgarkirinê kêm in û kavil nehatine rakirin û van tîman xwe negihandiye gundewaran. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik ku li herêmê ye got mirovên ku tên rizgarkirin jî dibe ku ji nexweşiyên şewbê bimirin.

 14.00 – Hejmara miriyan derket 14 hezarî

Serokkomar Erdogan diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan.

13.51 – Seroka DTO’yê Dr. Elîf Turan da zanîn ku ew tevî gelek tîmên tenduristiyê yên dilxwaz re li herêmên erdhejê dixebitin û wiha got: “Êdî her kêlî pir krîtîk e.”

13.31 – Welatiyê bi navê Cûma li Antakyayê ji bo rizgarkirina biraziya xwe ya bi navê Kevser ku hêj pitik e, destê xwe da birîn û piştre jî jiyana xwe ji dest da.

 13.18 – 152 Kes hatine veşartin

Li Amedê ku bandor ji her du erdhejên Mereşê girtin, herî kêm 182 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin definkirin.

13.07 – Rojnameyan berdevkiya Erdogan kir

Rojnameyên medya tirk piştî daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Erdogan ku heqaret li kesên dibêjin, “dewlet tune ye” kir, manşetên wek “Dewlet li ku ye” û “Dewlet tune ye piştevanî heye” derketin. Medya havûz a tirk carek din kavilan ji nedîtî ve hat û daxuyaniya Erdogan di manşetên xwe de nivîsand.

12.48 – Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku li Rihayê ji 253 avahiyên nikarin bên bikaranîn tenê di 19’an de hatin kirin, bi dawî bûn.

12.31 – Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku wan di bin banê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr de maseyeke krîzê ava kirine û 82 saziyên sivîl ên Amedê pêk tê ew di nava koordînasyonekê de dixebitin.

12.21 – Li herêmên erdhejê rewşa hewayê

Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6’an ên li Bazarcixa Mereşê çêbûn, li Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene û Osmaniyeyê bûn sedema rûxandineke mezin. Li herêmên erdhejê ku sir û seqema zivistanê xwe li wan girtiye, germa hewayêm di biniya sifirê de ye.

12.03 – Ulkuciyan jinekê şelandin

Komên ulkucî yên di bin navê “dilxwazên” AFAD’ê de hatine navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê ye, dest bi şêlandina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne jê stendin.

11.44 – Welatiyên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê ya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê sekinandî û li benda xebereke bi xêr in, anîn ziman ku saziyên dewletê ne li cem wan in û wisa bê çare li benda xeberekê bi xêr in.

11.43 – Endamê Akademiya Zanistê Erdnas Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê nirxandinên girîng kir. Gorur, wiha got: “Em li bendê ne ku li Stenbolê herî kêm bi pileya 7.5 erdhej pêk bê. Em li bendê bûn ku erdhejeke biçûktir çêbibe lê xesara li Stenbolê dê ji ya Mereşê zêdetir be.”

11.07 – Cenazeyan bi kamyonan dikişînin

Wezîfedarê AFAD’ê ku li navçeya Nûrdagiyê xebata rizgarkirinê didomîne diyar kir ku xebat hêdî tên birêvebirin û cenazeyan bi kamyona hafriyatê dikişînin.

11.03 – Li Semsûrê ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, derket holê ku peywirdarên AFAD’ê yên ku piştî 36 saetan hatin, neperwerdekiriyên ku kincên “dilxwazan” li wan hatine kirin.

10.57 – Li Semsûrê bi hezaran kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne û malbatên wan li ser kavilan bi hêviya rizgarkirina wan in. Ahmet Şahîn ku piyên dayika wî di bin kavilan de xuya dikin wiha dibêje: “Ev bû sê roj li wir e. Mirî ye lê em dixwazin êdî cenazeyê xwe defin bikin.”

10:127 – Li taxa Cengîz Topel a navçeya Bazircixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, 4 roj şûnve korîdora jiyanê hat vekirin û 3 kesên sax di bin kavilê avahiyekê de mabûn hatin rizgarkirin.

10.11 – Xelk xwe bi xwe birînên xwe dipêçe

Hat diyarkirin ku li gundê Keferdiz ê navçeya Nûrdagiyê ku 3 hezar welatî lê dijîn li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî tîmên AFAD’ê xebata rizgarkirinê nedane destpêkirin.

09.46 – Adem Kara yê li Meletiyê di erdhejê de tiştên hatin serê wan anî ziman û wiha got: “Em du rojan tî û birçî man. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê qet nebûn. Me got qey tenê li Meletiyê erdhej çêbû.

08:03 – AFAD’ê daxuyand ku hejmara miriyan saet ji 07.45’ê 9’ê sibatê ve gihîştiye 12 hezar û 873’an.

08:00 – Hejmara miriyan gihîşt zêdeyî 12 hezaran

AFAD’ê daxuyand ku ji saet 03.00’ê 9ê sibatê ve hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 391 kesan.

00.40 – Li Rihayê hejmara qurbaniyan bû 127 kes

Li Rihayê hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 127 kesan û gelek kes hê jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.

00.34 – Sewqkirina birîndaran didome

Li herêmên erdhejê 44 welatiyên birîndar ku zarok jî di nav de hene û 10 refakatvan bi balafirê seqî nexweşxaneyên li Stenbolê kirin.