7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên ku li Nisêbînê hatibûn binçarkirin hatin berdan

Leşkeran tirk serê sibê bi ser gundê Marînê yê Nisêbînê de girt, bi îşkenceyê 3 welatiyan binçav kir. Welatiyên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

Vê sibehê leşkeran bi ser gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve girt. Gund li quntarê Çiyayê Bagokê ye. Leşkeran bi ser mala Abdulkerîm Aslan û Ridvan Aslan ên birayên hev in, girt. Hat zanîn ku derbarê wan de biryara girtinê hebûye. Di serdegirtina malan de S. Aslan ê lawê Ridvan Aslan û hevjîna Abdulkerîm Aslan, Gulperî Aslan û mêvana wan Nêrgiz Okan hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku Nêrgiz Okan ku li gund hat binçavkirin, nû ji girtîgehê derketiye.

Kesên ku hatin binçavkirin birin Qereqola Cendermeyan a Girmeliyê. Piştî îfade hatin girtin di nav de zarokek heyî 3 kes serbest hatin berdan.

Gundiyên ku lêdan xwarin diyar kirin ku dê giliyê leşkeran bikin.